Komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov komkujiyên xwe yên li ser sivîlan û li dijî gelê Kurdistanê didomîne. Komkujiya li Zaxoyê ne komkujiya destpêkê ne jî ya dawîn a dewleta Tirk e ku tê de sivîlan dike hedef.

Komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan
24 tîrmeh, 2022   00:25
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk ji sala 1983'yan ve li Kurdistanê komkujiyên li dijî sivîlan pêk tîne. Firotina çekan ji dewleta Tirk re ku li dijî mirovahiyê sûcên giran dike, dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker ji ber tawîzên ku di çarçoveya têkiliyên navneteweyî de jê re hatine dayîn, ji sala 2021'an ve êrişên xwe herî zêde bi balafirên şer û yên bêmirov pêk tîne. Komkujiya ku vê dawiyê li Zaxoyê ya Başûre Kurdistanê li dijî sivîlan hate kirin, tenê yek ji wan komkujiyan e.

Me komkujiyên li dijî sivîlan ên li Başûr, Rojava, Şengal û kampa Mexmûrê ku hema hema her roj rastî êrişên topan û balafirên bêmirov tên, berhev kirin.

KOMKUJIYÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Dewleta Tirk ji sala 1983'yan ve li dijî Başûre Kurdistanê êrişên xwe yên dagirkeriyê dike û li Başûr bi rengekî sîstematîk sivîlan dike hedef.  

Di 39 salan de komkujiyên li ser sivîlan ên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê wiha ne:

* Dewleta Tirk a dagirker di 28'ê Çileya 1994'an de mezintirîn êrişeke hewayî pêk anî û gelek sivîlên ku neçar man ji Bakurê Kurdistanê koç bikin û xwe li Zêlê girtibûn, kirin hedef û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da.

* Êrişa destpêkê ya balafirên şer ên dewleta Tirk li hemberî koçeran di sala 1992'yan de pêk hat. Di sala 1995'an de dewam kir.

* Di sala 1997'an de 8 balafir beşdarî êrişa hewayî bûn û li herêmên Mêrga Hewşê, Lolan, Xinêrê û Şewa Bihikê koçer kirin hedef.

* Dewleta Tirk a dagirker di 15'ê Tebaxa 2000'î de êrişeke nû bir ser nêzî 100 konên koçeran ku li deşta Kendakolê ya di navbera Xinêrê û Lolanê de hatibûn vedan. Li wir 30 kes hatin qetilkirin.

* Di 1'ê Tebaxa 2015'an de balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Zergelê yê li Qendîlê bombebaran kir û di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 2 jê jin 27 kes bi giranî birîndar bûn ku yek jê ducanî bû.  

* Di 23'yê Çileya 2019'an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser bajarokê Dêralûk ê Amêdiyê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

* 21'ê Tebaxa 2019'an balafirên şer li nêzî gundê Bolê yê li ser rêya Kortek-Ranyayê wesayitek kir hedef. 7 sivîl ku 4 jê zarok bûn, di wesayîtê de hatin kuştin. Balafirên şer bombe li gundiyên ku çûbûn alîkariyê jî barandin. Di encama bombebarana duyemîn de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

* 27'ê Hezîrana 2019'an li herêma Kortek a navçeya Ranya ya Silêmaniyê, 2 wesayitên aîdî malbatekê bûn hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk.  Di encama vê bombebaranê de bav Ebdula Alî Mîne (53) û zarokên wî Kwêstan Ebdula (30) û Heryad Ebdula (19) şehîd bûn. Taybet Mihemed Ebdula, Mihemed Ebdula, Benaz Ebdula, Rabî Mihemed û kesekî din bi birîndarî rizgar bûn.

* Di 25'ê Hezîrana 2020'an de li Şarbajar a Silêmaniyê di encama êrişa balafirên bêmirov ên artêşa Tirk de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

* Gelê Behdînanê 26'ê Çileya 2021'an li Dêralûkê li dijî komkujiyên sivîlan ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, hatin cem hev û tevî astengiya hêzên ewlehiyê jî çalakî pêk anîn. Di êrişa leşkerên Tirk de 2 sivîl şehîd bûn û 6 sivîl jî birîndar bûn. Zarokek jî hate qetilkirin.

* Dewleta Tirk a dagirker 17'ê Hezîrana 2022'yan li navçeya Kelar a Silêmaniyê li dijî wesayitekê êrişek pêk anî. Di êrişê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî û 3 hevrêyên wî şehîd bûn û kesek bi giranî birîndar bû.

* Herî dawî dewleta Tirk di  20'ê Tîrmeha 2022'yan de qada seyranê ya li gundê Perex ê Zaxoyê bi topbaran kir. Geştyarên Ereb ên Iraq û Başûr kirin hedef. 9 geştyar hatin qetilkirin. Li gorî agahiyên ku rayedaran dane, di nava kuştiyan de 2 zarok û 3 jin jî hene. Hejmara birîndaran nêzî 23 kesan bû ku di nav de jin û zarok jî hene. Rewşa hin birîndaran jî giran e.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ KAMPA PENABERAN A MEXMÛRÊ YA GIRÊDAYÎ NY’YÊ

Li Bakurê Kurdistanê gelê ku li dijî ferzkirinên cerdevaniyê yên dewleta Tirk a dagirker derket û gundên wan hatin şewitandin, di sala 1993'yan de koçî Başûrê Kurdistanê kir. Zêdetirî 10 hezar Kurdên ji Bakur neçar man koçî Başûr bikin. Ji wê demê ve rastî êrişên dewleta Tirk û ambargoyê tê. Ji sala 2017'an ve balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker û balafirên keşfê yên bêmirov sivîlan dikin hedef.

* Di 6 'ê Kanûna 2017'an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li kampa Mexmûrê barandin. Di encama bombebaranê de 5 endamên Hêzên Xweparastinê (Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Merdîn û Baz Dijwar) şehîd bûn.

* Di 13'ê Kanûna 2018 'an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li kampa Mexmûrê barandin. Di encama bombebaranê de Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narîn Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê Evîn Kawa Mehmûd a 14 salî û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûn.

* Balafirên şer ên dewleta Tirk 18'ê Tîrmeha 2019'an bombe li kampa Mexmûrê barandin û 2 sivîl birîndar bûn.

* Di 15'ê Nîsana 2020'an de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişeke hewayî li ser Mexmûrê pêk anî. Di encama bombebaranê de 2 jin li cihê bûyerê şehîd bûn û jinek jî ji ber jêçûna xwînê li nexweşxaneyê şehîd bû.

* Di 3'yê Îlona 2021'an de bombe li wargehê barandin, jinek û kurê wê birîndar bûn.

* Di 1'ê Sibata 2022'yan de balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li kampê barandin. Di encama êrişê de 2 sivîlên endamên Hêzên Xweparastinê şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

* Di 21'ê Gulana 2022'yan de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li Wargeha Mexmûrê wesayîtek kir hedef. Di encama êrişê de şivanê bi navê Heqî Mîrza Elî şehîd bû.

* Di 5'ê Tîrmeha 2022'yan de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li Mexmûrê malek kir hedef; jinek birîndar bû, 5 jin jî jehrî bûn.

KOMKUJIYÊN LI ŞENGALÊ

Cihekî ku rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker hat jî Şengal e. Gelê êzidî yê Şengalê ku ji DAIŞ'ê rizgar bûye, dibe hedefa  balafirên dewleta Tirk. Di nava deverên kirin hedef de nexweşxane û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî hene.

* 26'ê Tebaxa 2020'an li Xanesorê ya Şengalê wesayiteke sivîlan kirin hedef. Di encama êrişa balafirên bêmirov de 2 sivîl şehîd bûn.

* Di 17'ê Tebaxa 2021'an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê êrişeke hewayî pêk anî û di encamê de 8 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

* Dewleta Tirk a dagirker 15'ê Hezîrana 2022'yan bi balafirên bêmirov êrişî Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê kir. Di êrişê de sivîl kirin hedef û zarokê bi navê Salih Naso yê 11 salî şehîd bû, di nav de rojnamevanek, 7 welatî jî birîndar bûn.

* Di 16’ê Tebaxa 2021'an de li navenda Şengalê nuqteyeke Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rastî êrişa balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker hat. Di êrişê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û biraziyê şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn, 3 sivîl; Qasim Simo, Şamîr Abbas Berces û Mîrza Elî jî birîndar bûn.

* 8'ê Mijdara 2021'an balafirên bêmirov ên dewleta Tirk bombe li gundê Barê yê navçeya  Sinûnê ya Şengalê barandin. Di encamê de welatiyek şehîd bû.

* Di 17'ê Tîrmeha 2022’yan de li gundê Dîcle yê navçeya Telafer a Mûsilê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek kir hedef. Di encama êrişê de 5 kes şehîd bûn.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ SÛCÊ ŞER KIR

Piştî têkçûna DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkeriya dewleta Tirk êrişan bi xwe pêk tîne. Dewleta Tirk û çeteyên wê di dema êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê de bi dehan komkujî li dijî sivîlan pêk anîn. Niha jî sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên leşkerî, nexweşxane, şaredarî, hwd dike hedef. Civata navneteweyî bêdengiya xwe li hember komkujiyên li ser sivîlan didomîne. Hin komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne wiha ne:

* 20'ê Cotmeha 2020'an balafirên keşfê yên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundên Mezrî û Dêrika Beravê yên Dêrikê bombebaran kirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn.

* Di 23'ê Hezîrana 2020'an de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk maleke li gundê Helincê yê Kobanê bombebaran kir û 3 jinên tê de şehîd bûn.

* 2'yê Kanûna 2019'an di êrişa dewleta Tirk a li ser navçeya Til Rifetê de 9 kes ku piraniya wan zarok bûn şehîd bûn û 10 sivîl jî birîndar bûn.

* Dewleta Tirk a dagirker di 9'ê Mijdara 2021'an de li taxa Hilîliyê ya Qamişloyê wesayîtek bi balafira bêmirov kir hedef û di encamê de welatparêzê bi navê Yûsif Gulo û 2 neviyên wî şehîd bûn.

* Di 25'ê Hezîrana 2021'an de balafireke bêmirov bombe li maleke li Taxa Şehîd Peyman a Kobanê barandin. Di encamaê de 5 endamên Ciwanên Şoreşger şehîd bûn.

* Di 1'ê Nîsana 2022'yan de wesayîta ku hunermend Ferhad Merdê û 2 hevalên wî tê de bûn, li nêzî Tirbespiyê bû hedefa êrişa bombeyî ya balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker. Di encama bombebaranê de ajokar şehîd bû, Ferhad Merdê û hevalên wî jî birîndar bûn.

ANHA