Di topbarana dagirkeriya Tirk de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn-NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gelek gundên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî tobparan dike. Hate ragihandin ku di topbaranê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Di topbarana dagirkeriya Tirk de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn-NÛ BÛ
24 tîrmeh, 2022   05:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundên Malikiyê, Şewarxe, Tinib, Anab û Keleha Şewarxe yên girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran dike.

Li gorî agahiyan, di encama topbaranê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Vê sibehê jî, arêtşa Tirk a dagirker gundê Aqîbê, derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir, nêzî 10 hawan li herêmê ketin û di encamê de zirarên madî çêbûn.

(cx)

ANHA