​​​​​​​PDKS’ê êrişên dewleta Tirk ên li ser Zaxo û Kobanê şermezar kirin

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) êrişa li ser herêma turîstîk a li Başûrê Kurdistanê, her wiha hedefgirtina Kobanê ku di encamê de 2 welatî şehîd bûn, şermezar kirin û bang li hikumeta Bexdayê kir ku pêşî li van êrişan bigirin.

​​​​​​​PDKS’ê êrişên dewleta Tirk ên li ser Zaxo û Kobanê şermezar kirin
21 tîrmeh, 2022   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bertekên şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê de pêk aniye, Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma turîstîk a li Başûrê Kurdistanê, her wiha hedefgirtina herêmekê li Kobanê ku di encamê de 2 welatî şehîd bûn û hin jî birîndar bûn, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Di êrişeke nû ya li ser herêma Kurdistanê de artêşa Tirk herêma Perex a Zaxoyê topbaran kir, di encamê de 9 welatî şehîd bûn û 23 birîndar bûn.

Em Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî), di demekê de ku hevgirtina xwe bi Herêma Kurdistana Iraq, Iraq û malbatên qurbaniyan re nîşan didin, em bi tundî vê kiryara dijminane ku welatî hatin hedefgirtin şermezar dikin. Ev yek binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî ye, her wiha reftara ku hikumeta Tirkiyê di hedefgirtina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de jî pêk tîne. Ev ji her kesî ve eşkere ye ku dagirkeriya Tirk herêmên dagirkirinê li Rojava fireh dike, kiryarên topbarankirin û hedefgirtinê bi rêya balafirên bêmirov berdewam dike. Herî dawî jî duh bû ku dewleta Tirk daristanek li Kobanê bi balafireke bêmirov bombebaran kir ku di encamê 2 welatî şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.

Em bang li hikumeta Bexdayê dikin ku bi hemû keda xwe pêşî li van êrişên dubare yên dijminane û binpêkirina serweriya Iraqê bisekine, erkên xwe yên qanûnî û destûrî li gorî qanûna navneteweyî pêk bînin û di heman demê de em bang li civata nanveteweyî û desteyên peywendîdar dikin ku bi vê yekê rabin.

Her wiha em bang li hêzên Kurdistanê dikin ji bo çareserkirian dozên bigirêk xwe bispêrin diyalogê, da ku xwe bigihînin têkiliyên Kurdistanî yên hevseng û aştiyane.

Şehîd namirin, şîfaya lezgîn ji birîndaran re, bimire dijminên Kurdan."

(fr)