Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê: Divê Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê vekişîne

Piştî komkujiya dewleta Tirk ya li Zaxoyê Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê civiya û piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ji Tirkiyê tê xwestin bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişîne.

Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê: Divê Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê vekişîne
20 tîrmeh, 2022   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê ji ber komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê bi lez civiya û hin biryarên nû li dijî Tirkiyê stendin.

Der barê naveroka civînê de daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku êrişa li seyrangeha Zaxo pêkhatî û welatiyên sivîl bûne qurbanî bi zimanekî herî tûnd şermezar dikin.

Di civînê de heşt biryar hatin girtin;

– Konseya Ewlekariyê Wezareta Karên Derve erkdar kir ku dosya der barê êrişên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê û ewlehiya Iraqê de amade bike. Bi lez van dosyayan radestî Konseya Ewlekarî ya  Netewên Yekbûyî (NY) bike.

– Wê Wezareta Karên Derve ya Iraqê balyozê Tirkiyê yê Iraqê gazî bike û der barê cezayan de agahdar bike.

– Anîna berpirsê karûbarên Iraqê li Enqere bi mebesta şêwirînê. Her wiha ragirtina şandine balyozê nû yê Tirkiyê.

– Erkdarkirina fermandarê operasyonên hevbeş ji bo pêşkêşkirina raporek li ser rewşa sinorê Iraq-Tirkiyê.

– Amadekirina lêkolînê der barê rewşa qurbaniyên êrişê û malbatên şehîdan her wiha tanzîmata wan de.

– Wê li gel hikumeta Herêmê hemahengî çêbe ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan û girtina tedbîrên çarenûsaz.

– Daxwaz ji Tirkiye dikin bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê vekişîne.

– Konseya Ewlekariyê carek din dubare dike nabe ku xaka Iraqê bibe qada êrişkirina ser welatiyan û bi safîkirina hesaban. Her wiha bi tûndî hebûna her rêxistineke terorîst yan grubek çekdar li ser xaka Iraqê red dike.