Der barê komkujiya Perexê de ji CPT`yê daxuyanî

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) ragihand ku artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li Xatîrê bi topan komkujiyek li gundê Perex pêk anî. Her wiha got, ji Tebaxa 2015’an ve ta niha 138 sivîl ji ber êrişên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê şehîd bûne.

Der barê komkujiya Perexê de ji CPT`yê daxuyanî
20 tîrmeh, 2022   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

CPT’yê der barê komkujiya dewleta Tirk a li gundê Perex ê Zaxoyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa Tirk ji baregeha xwe ya leşkerî ya Xatîrê ya li navçeya Zaxoyê çar caran devera geştiyarî ya gundê Perexê topbaran kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin bi dirêjahiya dîroka operasyon û bombebaranên Tirkiye yên li ser Başûrê Kurdistanê herî zêde di êrişa îro de sivîl jiyana xwe ji dest dane.

D daxuyaniyê de hat diyarkirinku  li gor zanyariyên wan ji şahidên bûyerê û nexweşxaneya beşa lezgîn a Zaxoyê girtine, di encama êrişa dewleta Tirk de 9 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 23 sivîl jî birîndar bûne.

CPT di daxuyaniya xwe de got, li gor zanyariyên wan tevayî qurbanên komkujiyê geştiyarên ji netewa Ereb in û xelkê parêzgehên başûr û naverasta Iraqê ne. Di nava qurbanan de zarokên biçûk hene û kesek temenê wî 71 salî jî heye.

CPT di beşek din a daxuyaniya xwe de ev yek got: “Ev ne cara yekem e li gundê Perex di bombebarana Tirkiyê de sivîl dibin qurban. Roja 15’ê Hezîrana 2022’yan jî du cotyarên gundê Perex dema li nava zeviyên xwe de bûn, ji ber topbarana Tirkiyê birîndar bibûn.”

Di dawiyê de jî CPT diyar kir; “Ji Tebaxa 2015’an ve ta niha 138 n sivîl di êrişên Tirkiye yên li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê de şehîd bûne. Em bang li artêşa Tirk dikin êdî sivîlan hedef negire. Her wiha divê hikumeta Iraq û Herêmê li serweriya xaka Iraqê sivîl biparêze.”