li Necefê xwepêşanderan ala Tirkiye daxist

Li Necefê xwepêşandan li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê destpê kir. Girse li ber avahiya Dayîna Vîze ya Tirkiyê kom bûne û hêzeke zêde li ber balyozxaneya Tirkiyê ya Bexdayê hatiye bicîhkirin.

li Necefê xwepêşanderan ala Tirkiye daxist
20 tîrmeh, 2022   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî herêmên geştiyarî û welatiyên Kurd û Iraqî protesto li bajarên Iraqê destpê kir.

Welatiyên Necefê ku li ber Ofîsa Vîze ya Tirkiyê kom bûn, ofîsê girtin û ala Tirkiye daxistin. Hêzên Ewlekariyê yên bajêr ji bo girse ser navendên dewleta Tirk ên li bajêr de negirin, ketin tevgerê.

Piştî zêdebûna nerazîbûnan li asta Iraqê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo parastina Balyozxaneya Tirk ji xelkê nerazî ketin amadebaşiyê û hêzeke zêde li herêmê bicîh kirin.

Li ser banga çalakvanên iraqî tê gotin, wê îşev li Besra û paytexta Bexdayê xwepêşandan werin lidarxistin. Çalakvan daxwaza derkirina balyozê Tirk ji Iraqê jî dikin.

Di encamê êrişa dewleta Tirk a îro de 2 zarok, 3 jin û 4 zilam jiyana xwe ji dest dan û di derdora 23 kes jî birîndar bûn.