Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman

Beşdarên Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin û teqez kirin ku di şerê li dijî dewleta Tirk û DAIŞ’ê de destekê didin Rêveberiya Xweser.

Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
Beşdarên Komcivîna Navneteweyî hevgirtina xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman
19 tîrmeh, 2022   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê Komcivîna Navneteweyî bi axaftina destpêkê ya ji hêla endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Ehmed Sîno dest pê kir. Sîno got: "Em bi beşdariya we di bîranîna salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ku ji Kobanê di 2012’yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye, kêfxweş in. Em dikarin tenê mijaran bi rastiyên wê binirxînin. Ew jî taybetmendiyên vê şoşreşê ne ku xwedî serxwebûnekê bû û di damezrandina wê de bi ser ket, sîstemeke siyasî û rêveberî ya hevbeşî li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir."

Sîno wiha domand: "Vê şoreşê sîstemên rêveberiyê nûjen kir û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilberand, her wiha hevpeymaneke civakî ya li şûna destûrê erê kir ku têkiliya di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û civakê de bi rê ve dibe û mafên hemû pêkhate, ol û etnîkan wekî Kurd, Ereb û Suryan nas dike.”

RÛKSAN MIHEMED: DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BI HÊZ, VÎN Û RÊXISTINA GELÊ ME PÊK HATIN

Li ser navê berpirsa Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksan Mihemed axivî û wiha got: "Beşdariya jinan di erkên parastinê û tevlêbûna wê di xebatên leşkerî de bala hemû cîhanê kişand ser berxwedana ku YPJ’ê raber kiriye û bi wê re şervanên YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ`ê de bûn sembola lehengiyê."

Rûksan Mihemed wiha domand: "Ev serkeftin û destkefiyên ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi hêz, vîn û rêxistina gel û yekitiya wê bi dest xistin, dewleta Tirk a ku dijberî azadî û demokrasiyê ye li xweşiya wê neçû. Ji lew re êrişên xwe yên hovane yên yekser zêde kirin."

HIKMET HEBÎB: ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA HEMÛ SÛRIYAN E

Di komcivînê de her wiha hevserokê Meclisa Qanûnsaz Hikmet Hebîb xîtabî civata navneteweyî kir û banga bidawîkirina gefên dewleta Tirk kir. Hebîb ev tişt anîn ziman: "Em wek Rêveberiya Xweser xîtabî civata navneteweyî û kesên bi demokrasiyê bawer in dikin ku van gefên dewleta Tirk bi dawî bikin. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî projeyeke demokratîk in da ku krîza Sûriyê çareser bikin û xwe bigihînin kongreyeke neteweyî ku tê de hemû sûrî beşdar bibin."

Hebîb tekez kir ku hemû konferansên li derve li dar diketine, binekftî bûn, ji ber ku hêzên ku destkeftiyên gelê Sûriyê diparêzin, jê hatin dûrxistin. Hebîb bang li hemû sûriyan kir û got: "Xeteriyek li ser welat heye, ew jî dewleta Tirk e, ya ku hewl dide Sûriyê dagir bike. Şoreşa Rojava şoreşa hemû sûriyan e."

ARAM HENA: JI ÇARENÛSA HEVPAR Û BIRATIYAN GELAN BER BI PARASTINA SÛRIYÊ VE

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena jî axivî û wiha got: "Me bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê, bi çarenûsa hevpar û rêgezên biratiya gelan bawer kir. Me ji van têgehan dest pê kir ku parastina Sûriyê bikin û me DAIŞ li Baxozê têk bir."

Hena wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirekr desteka leşkerî û lojîstîkê dide komên terorîst, ew jî terorê dike. Em soz didin malbatên şehîdan û tevahî gel ku em ê bi rêgezên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku me ji wir dest pê kir, girêdayî bin."

BERNARD KOUCHNER: DEH SAL JI XEBAT, FEDEKARÎ Û ÎRADEYÊ

Wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner jî axivî û gbot: “Deh sal ji xebatê, deh sal ji fedekariyan û 10 sal ji îradeyê, ez we silav dikim. Gelek dostên we li Fransayê we nas dikin. Spas ji bo we ku we karîbû berdewam bikin, bibin nimûne û di 10 salan de gelek destekftiyan pêk bînin.”

Kouchner got, “Em deyndarê we ne, ji ber ku we DAIŞ tune kir, têkoşîna we hîna berdewam e û dê bi dawî nebe. Em deyndarê xebatên hûn pêşkêş dikin û hûnê hîn jî pêşkêş bikin.”

'EM DI VÊ ŞERÊ DAWÎ DE LI KÊLEKA WE BIN'

Bernard Kouchner bal kişand ser têkiliya DAIŞ û Tirkiyê jî û got: “Dijminekî we din heye. Her kes têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ`ê de dizane. Ji lew re, di vê şerê dawî de em ê li kêleka we bin. Em bala xwe didin gefên dewleta Tirk ên niha. Em dizanin ku ji bo ewlekirina avê û amadekirina binesaziyê pêdiviyên we hene.”

Kouchner wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez we car din silav dikim. Tiştê hûn dikin, ne tenê nimûneyeke herêmî ye, lê belê nimûneyeke cîhanî ye.”

EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN RÊVEBERIYA WE YA XWESER

Her wiha gelek peyamên bi dîmen ên hejmareke kesayetên siyasî yên li derve ji bo komcivînê hatin şandin. Ji wan peyama mudirê têkiliyên navneteweyî yê Sendîkayên Kedkaran a Brîtanyayê Simon Debbins ku di peyama xwe de got: “Tirkiye, rojhilat bi kar tîne. Lê belê îro tevahî cîhanê êrişên Rûsya û dagirkeriya wê li Ukraynayê şermezar dike. Divê ev nerazîbûn li hemberî Tirkiye û kiryarên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bê nîşandan.”

Debbins wiha domand: “Bêguman, em hewl didin zextê bikin da ku li êrişekê bigirin, em ê bi we re bin. Em dixwazin hûn pê bizanibin ku em piştgiriyê didin rêveberiya we ya xweser ya li gorî nirxên we. Em hejmara endamên berê yên DAIŞ`ê yên li herêmên we tên ragirtin, xeteriya ku çêdikin û xeteriya ku rastî we tê jî baş fem dikin. Ez serkeftinê bo we hêvî dikim û ji bo rizgarkirina her bihusteke herêmê piştgiriyê didim we. Ez siberojeke baştir û civakeke baştir ji bo we hemiyan hêvî dikim.”

EM SERKEFTIN Û ZAFERÊ JI ŞOREŞA WE RE DIXWAZIN

Endama Partiya Çep û parlamantera Swêdî Nota Jansson jî peyameke bi dîmen şand komcivînê û got: “Wek Partiya Çep em ji berê de piştgiriya Şoreşa Rojava dikin, em serkeftin û zaferê ji bo şoreşa we hêvî dikin.”

Endama Paralamantoya Swêdê Amina Kakapavi jî di peyama xwe de got: “Ez silavên xwe ji bo hevalên xwe, Yekîneyên Parastina Jin, Yekîneyên Parastina Gel û hemû dostên ku di 10 salên derbasbûyî de têkoşiyane, dişînim. Roleke wan a mezin hebû. Gelek hevalên me parçeyên laşê xwe winda kirin.”

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser girîngtirîn qonaxên Şoreşa 19`ê Tîrmehê hat pêşandan.

Piştre rûniştina yekemîn a bi sernavê “Şoreşa 19`ê Tîrmehê û Damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk” dest pê kir, ku hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer bi rê ve dibe.

(fr,cx)

ANHA