Tevgerên ciwanan û êzidiyan gef û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê, êriş û gefên dewleta dagirker a Tirk a faşîst ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha Yekitiya Êzidiyên a Helebê hevgirtina xwe ji bo banga partiyên siyasî ya girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir.

Tevgerên ciwanan û êzidiyan gef û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
18 tîrmeh, 2022   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên li navçeya Tirbespiyê, îro li pêşiya Navenda Kongra Star a li rojhilatê navçeyê bi daxuyaniyekê gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Tirbespiyê, êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku zagonên mafên mirovan ên navneteweyî binpê dike û çekên qedexekirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava bêdengiya navneteweyî bi kar tîne, şermezar dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: "Dewleta Tirk hîn jî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bi binpêkirina hemû zagonên mafên mirovan didomîne.”

‘ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÇETEYÊN DAIŞ`Ê ZINDÎ DIKE’

Yekitiya Êzidiyan a Helebê jî li pêşiya navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi daxuyaniyekê êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Endama Yekitiya Jinên Êzidî Rîma Sîdo daxuyanî bi zimanê kurdî xwend û endama Yekitiya Êzidiyan Cîhan Weys daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî 5 salan ji koçberiya bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ku li herêmê bûne alava pêkaîna ajandeyên Tirkiyê û li gund û bajarên me guhartinên demografîk pêk tînin, rojekî jî bêyî bûyerên qetilkirin, revandin û ruxandina goristanan derbas nebûye. Wan çeteyan kiryarên ku DAIŞ`ê li dijî êzidiyên li Şengalê pêk anîn, kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji dema ku welatî ji ber kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker koçberî herêmên Şehbayê bûne, li wir jî rojek beyî topbarankirin derbas nabe ku di encama wê de şênî jiyana xwe ji dest didin û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk bi van kiryaran sînordar nema û bi balafirên bêmirov ên biçek pêşengên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê ku bi hevgirtina xwe dawî li DAIŞ anî û di oxira parastina herêmê de bi hezaran şehîd da, kir armanc."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di demên dawîn de Erdogan gefan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Minbic û Til Rifet dixwe ku bi hezarna koçber lê hene. Her çiqasî civata navneteweyî êrişên dewleta Tirk red dike jî lê rojane li Başûrê Kurdistanê û bi taybet Şengal sûcan pêk tîne û li her derê civata êzidî dike armanc. Ev jî dide xuyakirin ku dixwaze bi hedefgirtina vî civatê tola çeteyên DAIŞ`ê rake.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi kiryarên xwe qanûnên navneteweyî bin pê dike û sînorên dewletên cîran jî derbas dike, mînaka wê jî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Niha jî bi gefên nû dixwe û hewl dide herêmên din dagir bike.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku di 28`ê Hezîranê de bi navê partiyên siyasî daxuyaniyek ji bo raya giştî hate parvekirin û tê de bang li civata navneteweyî û bi taybet Koalîsyoa Navneteweyî ya Şerê li dijî DAIŞ`ê û dewleta Rûs ji ber ku li herêmê hêzeke garantor e hate kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya hawayî ragihîne da ku êriş çênebin û jiyana miyolan welatiyan nekeve xeteriyê.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li banga partiyên siyasî dibin û bang li hêzên navneteweyî yên li herêmê aktîf dikin ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin.”

ANHA