QSD`ê planeke dewleta Tirk a şandina çeteyan ber bi Yemen û Başûrê Kurdistanê ve, eşkere kir

QSD`ê bi belgeyan planeke leşkerkirina çeteyên sûrî ya dewleta Tirk a dagirker û şandina wan bo Yemen û Başûrê Kurdistanê, eşkere kir.

QSD`ê planeke dewleta Tirk a şandina çeteyan ber bi Yemen û Başûrê Kurdistanê ve, eşkere kir
18 tîrmeh, 2022   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyek da raya giştî û detayên plana dewleta Tirk a nû ya şandina çeteyên sûrî ji bo Yemen û Başûrê Kurdistanê da ku li dijî gerîla şer bikin, eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD`ê de hate gotin: "MÎT`a Tirk komên çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk, careke din bi leşkerkirinê erkdar kirin da ku xwe ji bo erkeke leşkerî li derveyî xaka Sûriyê amade bikin."

‘ERKA 3’YEMÎN’

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk a dagirker navê wê erkê kiriye "Erka 3`yemîn". Ev hejmar rêza erkên derve yên ku çeteyan li gorî perspektîfên MÎT`ê beşdar bûne, nîşan dide. "Erka 1`emîn" li Lîbyayê bû û "Erka 2`emîn" jî şerê li Azerbêcanê bû.

Di berdewama daxuyaniya QSD`ê de hate gotin: "Li gorî peymanên hatine nivîsandin, Navenda Ragihandinê ya QSD`ê kopiyek bi dest xist û hate diyarkirin ku her çeteyekî sûrî yê di nava ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ de “Erka 3`yemîn’ werdigire û li hemberî wê jî dê mehane 2 hezar û 500 dolar wergire û dema birîndar bibe an jî were kuştin ew ê pereyekî din jî bidin."

QSD`ê di dewama daxuyaniya xwe de got: “Li gorî çavkaniyekî xwedî agahî, MÎT`ê û serçeteyên komên terorîst di ‘Erka 3`yemîn’ de 2 rê li pêşiya çeteyan danîne. Beşek ji wan dê ber bi Yemenê ve biçin ku erkên veşartî yên MÎT`ê di 2020`an de organîze kiriye, temam bikin ku li gorî wê 150 çeteyên sûrî şandibûn wî welatî. Beşeke din jî ew ê ber bi herêma Başûrê Kurdistanê ve werin şandin ku bi artêşa Tirk a dagirker re li dijî gerîlayên PKK`ê şer bikin."

CEBHE EL-ŞAMIYE QEBÛL NEKIR ÇETEYAN BIŞÎNE

QSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tê payîn ew çete li baregehên li bajarê Kîlîsê werin perwerdekirin ku bi rastî jî beşek ji çeteyên Ehrar El-Şerqiyê, Sultan Mûrad û Suleyman Şah gihaştin wir, lê di halê hazir de serçeteyên Cebhe El-Şamiyê qebûl nekir çeteyan bişîne erkeke nû.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî 3 salan ji tevlêbûna ji şerê Lîbyayê re û şerê li dijî Ermenistanê, MÎT`ê erkdarkirina çeteyên sûrî bi dawî nekir û ji bo berdewamkirina şerên muhtemel ên li derve wan bi kar tîne."

(eh)