Li Qamişlo merasima xiyabî ya şehîdê HPG`ê Helgûrt Baguk

Ji bo gerîlayê HPG'ê Celal Ozluk (Helgûrt Baguk) yê ku 10'ê Tîrmeha 2018'an di şerê li hember dagirkeriya Tirk de li Herêmên Parastina yên Medyayê şehîd bûye, merasima xiyabî hat lidarxistin.

Li Qamişlo merasima xiyabî ya şehîdê HPG`ê Helgûrt Baguk
18 tîrmeh, 2022   10:35
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Celal Ozluk (Helgûrt Baguk) li taxê Xerbî ya bajêr merasima xiyabî li dar xist.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan, alên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Malbatên Şehîdan hat xemlandin.

Şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê tev li merasîmê bûn.

Di merasimê de endamê rêvberiya PYD'ê Sabir Mihemed diyar kir ku dayikên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina axê Rojava de zarokên xwe feda kirin.

Mihemed sersaxî da malabatê şehîd Helegûrt Baguk û hemû malbatên şehîdan û got, “Em ê rêya şehîdan bişopînin heta ku azadiyê bi dest dixin.”

Ji fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan jî sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan û malabata şehîd Helgûrt Baguk re xwest. Mihemed Zêdan şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê jî bi bîr anîn ku ji bo nifşên nû bûn sembola berxwedanê.

Zêdan her wiha diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji beriya zêdetirî 20 salan ve di Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin û armanc ji komploya ku li dijî wî hatiye destpêkirin ew bû ku fikrî wî yê demokratîk ji holê rakin û got: “Lê belê rêber Ocalan bi berxwedana xwe bû sembola demokrasiyê li tevahî cîhanê.”

Zêdan di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew ê li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û rêya şehîdan bimeşin.

(dm)

ANHA