MÎT’a Tirk welatiyek ji Şera ya Efrînê revand

MÎT’a Tirk bi hincetên derew û piştî serdegirtina malekê welatiyek ji navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî revand.

MÎT’a Tirk welatiyek ji Şera ya Efrînê revand
17 tîrmeh, 2022   09:36
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Şera, MÎT’a Tirk bi ser maleke li gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera de girt, di encamê de welatiyê bi nave Hisên Hidek bi tawanên derew revand.

Li gorî heman çavkanî, MÎT’a welatiyê revandiye ber bi cihekî nediyar ve bir û çarenûsa wî ne diyar e.

(fr)

ANHA