Li bakurê Bexdayê terorîstek hate kuştin

Li qezaya Tarmiyê ya bakurê Bexdayê terorîstekî ku kembera bombebarkirî li xwe kiribû ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hat kuştin.

Li bakurê Bexdayê terorîstek hate kuştin
17 tîrmeh, 2022   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Nûçeyan a Iraqê, Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê got: “Li gorî agahiyên îstixbaratî, hêzên hevbeş ên Fermandariya Operasyonên Bexdayê bi hevkariya Lîwaya Meşvanan a 59`an a Firqeya 6`an û Foca Heşdî Şebî operasyoneke taybet li dar xistine. Di operasyona li herêma Ebû Hemed Şihab a herêma Tarmiyê ya bakurê Bexdayê hatî lidarxistin de, terorîstekî ku kembera bombebarkirî li xwe kiribû hatiye kuştin.”

(eh)