​​​​​​​Kompanyayeke din ya petrolê karên xwe li Başûrê Kurdistanê rawestandin

Kompanyaya petrolê ya Siam Cement Group jî karên xwe li Başûrê Kurdistanê da rawestandin.

​​​​​​​Kompanyayeke din ya petrolê karên xwe li Başûrê Kurdistanê rawestandin
15 tîrmeh, 2022   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Kompanyaya SCG (Siam Cement Group) ku taybet karên petrolê li Başûrê Kurdistanê dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku mixabin hemû kar û çalakiyên beşa petrol û gazê ya li Herêma Başûrê Kurdistanê, radiwestînîn.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin; “Ev biryara kompanyaya me ji bo hemû herêmê ye. Li gorî biryara Wezareta Petorlê Iraqê em nikarin ji 21’ê Îlona 2022’an ve, li bîrên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê kar bikin. Ger em karê xwe dewam bikin, wê karmendên me bikevin ber suc. Ji bilî vê fermana me ji Wezareta Petrolê ya Iraqê standî, ti bijardeyek li pêşiya me nîne, di encam de em hemu karên xwe yên beşa petrol û gazê li herêma Kurdistanê radiwestînin.”

Kompanyaya SCG ji sala 2010’an ve li Başûrê Kurdistanê kar dike.