Eşîrên Dêrazorê: Em bi QSD’ê re, em ê dagirkeriyê têk bibin

Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê ji şêx û rûspiyên eşîran re civînek li dar xist, tê de xeteriya gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kir û bi daxuyaniyekê desteka xwe ji QSD’ê re nîşan da.

Eşîrên Dêrazorê: Em bi QSD’ê re, em ê dagirkeriyê têk bibin
7 tîrmeh, 2022   13:16
DÊRAZOR

Civîn li hola Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê li dar ket, tê de rûspî û şêxên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên rojhilatê Dêrazorê amade bûn.

Di civînê de yek ji rûspiyên eşîra Şiêtat a rojhilatê Dêrazorê Nasir El-Teram axivî û got, tevahî eşîrên herêmê bi QSD’ê re ne û ew amade ne parastina xaka xwe li hember çi êrişên gefan li ewlehiya herêmê dixwin, bikin.

El-Teram her wiha anî ziman ku êrişên dagirkeriya Tirk wê krîza Sûriyê dirêj bike û azarên sûriyan zêde bikin.

El-Teram destnîşan kir ku aliyên dijber hewl didin ewlehiya herêmê tevlihev bikin ku dagir bikin û wiha pê de çû: "Çawa me bi hev re li dijî DAIŞ’ê sekinî û ji herêmên xwe derxist, em ê dîsa bi heman rengî bin û dagirkeriya Tirk têk bibin û ji xaka xwe derxin."

Rûspiyê eşîra Şiêtat Nasir El-Teram wiha dawî li gotina xwe anî: "Şervanên QSD’ê zarokên me ne, em dev ji wan bernadin û dê piştgiriya wan bikin û bi hemû hêza xwe bi wan re bin."

Di dawiya civînê de eşîrên herêma rojhilat a Dêrazorê daxuyaniyek da. rûspiyê eşîra Igêdat a Baxozê Hewas El-Casim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em rûspî û şêxên herêma rojhilat a Dêrazorê cejna Qurbanê li cîhana îslamê û tevahî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin û hêvî dikin ku aştî û ewlehî li tevahî cîhanê misoger bibe."

Di daxuyaniya rûspiyan de hate destnîşankirin ku ji aliyê parastina ewlehî û îstîqrara li herêmê ve bang li cîhanê dikin ku bi erkên xwe li hember kiryarên ku hikumeta Tirkiyê li welat dike rabin. Ji ber ew kiryar temenê kirîza Sûriyê dirêj dikin û bandore li çareya siyasî ya doza Sûriyê dikin.

Her wiha di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Em li tevahî rêxistinên navneteweyî yên parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi lezgînî destweranê bikin ku ev kiryar bên bidawîkirin. Em ji cîhanê re teqez dikin ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne, ji ber ew nûnertiya me dikin. Ji bo rizgarkirina xakê û mirovahiyê me bi hezaran şehîd û birîndar dane. Em dev ji bihostek axa xwe bernadin. Em li pişt hêzên xwe yên leşkerî ne û bêdengiya navneteweyî û dualîteya wan di dan û standina bi doza Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şermezar dikin."

Di dawiyê de bang li tevahî cîhanê hate kirin ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin ku êrişên xwe li dijî gel û gefên wê yên li dijî ewlehî û îstîqrarê rawestîne û bi dawî bike û hêvî hat kirin ku aştî û ewlehî li welat û tevahî cîhanê misoger bibe.

(fr)

ANHA