Şêniyên Minbic û Kobanê: Divê em her tim ji rewşa awarte re amade bin

Şêniyên bajarên Minbic û Kobanê piştî Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand, piştgiriya xwe nîşan da, her wiha da zanîn ku ew ê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.

Şêniyên Minbic û Kobanê: Divê em her tim ji rewşa awarte re amade bin
7 tîrmeh, 2022   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe, duh Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand.

Welatiyên ji bajarên Minbic û Kobanê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, her wiha piştgiriya xwe nîşanî rêveberiyê û hêzên leşkerî kir.

Ji şêniyên Minbicê Xade Hemîd axivî û got: "Têkildarî rewşa awarte ya ku duh rêveberiyê ragihand em ê bi erka xwe rabin û bi hêzên xwe yên leşkerî re bibin alîkar û xaka xwe ji tu kesî re nahêlin."

Ji heman bajarî Ebdulhenan wiha axivî: "Em gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Til Rifet û Minbicê şermezar dikin. Em ê bi hev re parastina herêmên xwe bikin. Gelo Erdogan çi ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze? Dixwaze rûbera dagirkeriya xwe li herêmên me yên ewle Minbic û Til Rifetê berfireh bike û çeteyên hewl didin van herêman wêran bikin, lê bi cih bike."

Welatiyê bi navê Zîwer Qasimlo yê ji bajarê Kobanê ji got: "Em gelê li vê herêmê me gef li ewlehiya tu kesî nexwariye û li dijî artêşa Tirk a dagirker bi vîneke xurt parastina xwe dikin."

Zîwar Qasimlo diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya komên çeteyan ên di nav çeteyên DAIŞ de bûn û di bin ala Tirk de navên "Artêşa Niştimanî" li xwe kiribûn, şerê gelê herêmê dike.

Qasimlo bang li civata navneteweyî kir ku rê li pêşberî gera balafirên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û wiha dewam kir: "Em ji hêz û vîna xwe bawer im û ji gefên Tirkiyê natirsin. Di heman demê de em ê ji xaka xwe dernekevin."

Welatiyê bi navê Îsa Hemo yê ji bajarê Kobanê axivî û got: "Li gorî rewşa awarte ya Rêveberiya Xweser li dijî gefên Tirkiyê ragihandiye, divê em amade bin. Li dijî van gelan me berxwedan û sekna li kêleka hêzên xwe yên leşkerî QSD`ê hilbijart û em ji her tiştî re amade ne."

Welatiyê bi navê Mehmûd Şêx Mehmûd ê ji Kobanê jî axivî û ev nirxandin kir: "Li dijî gelê herêmê dewleta Tirk şerê derûnî dide meşandin ku ew jî şerê gef û birçîbûnê ye, ev jî ji şerên herî zehmet e. Li ser vê em banga hevgirtinê dikin û ji xaka xwe dernevin ji ber ku bi vî rêbazî ew ê tu kes nikaribe me têk bibe."

(eh)

ANHA