Hêzên hikumeta Şamê gundên çiyayê Zawiyê yê Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gelek gundên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve bi guleyan hate kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê gundên çiyayê Zawiyê yê Idlibê topbaran kirin
4 tîrmeh, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOR), hêzên hikumeta Şamê bi moşekan gundên San, Mecdelya, Bênîn û daristana wê ya li çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê hedef girtin.

Li eniyên şer ên çiyayê Zawiyê jî çeteyekî "Eniya Rizgariyê ya Nîştimanî” ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve bi guleyan hate kuştin.

Vê sibehê li herêma qaşo "bêçek", çeteyên "Fetih El-Mûbîn" û hêzên hikumeta Şamê li eniyên Kebane yên çiyayê Ekrad li bakurê Lazqiyê herêmên hev topbaran kirin.

(fr)