​​​​​​​Yekitiyên sivîl ên Reqayê: Divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya qada hewayî pêk were

Yekitiyên sivîl ên li Reqayê bi daxuyaniyekê bang li hêzên aştîxwaz û dewletên di kar û barên Sûriyê de aktîf in û Koalîsyona Navneteweyî kir ku qedexeya qada hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin.

​​​​​​​Yekitiyên sivîl ên Reqayê: Divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya qada hewayî pêk were
4 tîrmeh, 2022   10:01
REQA

Endamên yekitiyan ên girêdayî rêxistinên civaka sivîl li pêş Odeya Bazirganiyê ya li naverasta Reqayê kom bûn û tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Yekitiya Esnafan Beşîr Hemdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate got: "Hikumeta Tirkiyê di êrişên xwe yên li ser gelê Sûriyê de berdewam e. Her wiha penaberên sûrî koçberî herêmên dagirkirî dike, bi wê re hemû qanûn û mîsaqên navneteweyî ku parastina penaberan dikin, binpê dike.

Dewleta Tirk hêz, kesayetên neteweyî û têkoşeran bi rêya balafirên bêmirov dike hedef, herî dawî jî hevrê Ferhad Dêrik li hundirê xaka Iraqê kir hedef.

Em bang li hemû hêzên aştîxwaz û azadîxwaz, bi taybt dewletên di kar û barên Sûriyê de aktîf in û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku qedexeya qada hewayî li ser bakurê Sûriyê ferz bikin ku ev êriş û binpêkirinên li hember serweriya Sûriyê werin sekinandin, her wiha hedefgirtina welatî û bajaran were rawestandin.

Em hemû êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî herêmên me yên ewle red dikin."

(fr)

ANHA