CPT: Dewleta Tirk di mehekê de 5 kes li Başûrê Kurdistanê qetil kirin

CPT’ê diyar kir ku di êrişên mehekê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser li Başûrê Kurdistanê de 5 kes hatine qetilkirin.

CPT: Dewleta Tirk di mehekê de 5 kes li Başûrê Kurdistanê qetil kirin
2 tîrmeh, 2022   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) ziyanên di nava mehekê di encama êrişên dewleta Tirk de bi rêya raporê belav kir.

Li gorî raporê, di nava 21’ê Gulanê heya 21’ê Hezîrana 2022’an de, ji ber operasyonên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, 5 welatiyên sivîl ku di nav de 3 zarok bûn, şehîd ketine û 15 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gorî heman raporê, piştî êrişên esmanî yên di 21’ê Gulana 2022’an yên ser bi gundê Tuteqel ya li qezaya Çemçemal û şehîdxistina du welatiyên sivîl, niha 8 malbatan ji tirsa bombebaranê dewleta Tirk gundên xwe vala kirine.

Di dewama raporê de hate gotin; “Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona xwe ya dawî de, 4 baregehên leşkerî li herêmên Avaşîn û Zapê ava kiriye. Ji 16’ê Hezîranê ve jî hewl didin baregehek din li ser çiyayê Kurejahro ava bikin.”

Li gorî belgeyên bi destê CPT ketine, bûyera 26’ê Gulana 2022’an ya li Bamernê ku 3 zarok tê de şehîd bibûn, ji aliyê dewleta Tirk û encama êrişa dewleta Tirk ve pêk hatiye.

CPT’ê da zanîn ku leşkerên Tirk ji baregehên xwe gundan topbaran dikin, her roj guleyan li gundan direşîne. Hate diyarkirin di nava 3 rojan de yanî ji ji 15 heya 17’ê Hezîrana 2022’an de, 5 welatiyên sivîl li Derkar, yek jî li Kanî masî ji ber êriş û topbaran dewleta Tirk birîndar bûye.