Rewşenbîr û hunermendan êrişên qirkirinê yên Tirkiyê yên bi erêkirina NATO`yê şermezar kirin

Yekitiya Hunermendan û Yekitiya Rewşenbîran ên Herêma Cizîrê teqez kir ku ew her dem em alîgirê yekhelwestiya tevgerên siyasî ne û bi hemû derfetên xwe dê parastina deskeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin yên ku bi ked û xwîna gelên wê hatine bidestxistin.

Rewşenbîr û hunermendan êrişên qirkirinê yên Tirkiyê yên bi erêkirina NATO`yê şermezar kirin
2 tîrmeh, 2022   10:20
QAMIŞLO

Îro, bi dehan hunermend, rewşenbîrên herêma Cizîrê û komeleya Wênekêşên Sûrî, ji bo şeremzarkirina bêdengiya navnetewî, prensîbên Nato yên qaşo li ser bingehên  demokrasî û mafên mirovan ku li ser daxwaza dîktatorê xwînrij Erdoxan bin pê kirin, li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo, daxuyaniyek dan.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî daxuyanî bi zimanê kurdî xwend, bi zimanê erebî jî hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Qamişlo Yasmîn Mistefa Meşayix daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de li ser êrîş û bombebarên rojane yên dewleta Tirk a dagirker, wiha hat gotin: “Gefên dewleta Tirk li ser  Xweseriya Demoqratîk li Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava ) zêde dibin û rojana bi rêya balefirên bê mirov rêvebir, fermandar û kesayetên  me tên hedefgirtin. Her wiha rojane li ser gund û navçeyên herêmê topbaran çêdibe, pê re tires di nava gel de belav dibe, mal û milkên wan talan dikin û dişewitînin. Ji bo ku careke din sûc û kiryarên ji dermirovî li dijî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare nebin mîna ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tê, partî û hêzên siyasî yên Bkaur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan, tê de bang li welatan û endamên Koalîsyona Navneteweyî bi taybetî li DYA, Brîtanya û Fransayê, her wiha bang li Fedrasyona Rûsyayê kirin ku tedbîrên tund li dijî dewleta Tirk bigirin û qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin. Da ku pêşî li êrişeke nû bigirin ku dê jiyana bi milyonan sivîl bixe xeteriyê. Her wiha bang li keç û xortên gelê me yên li welat û li derveyî welat kirin ku çalakiyan bi rêxistin bikin û ji bo rawestandina vê diminahiyê û hesabxwestina ji dewleta Tirk, zextê bikin."

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em jî weke rewşenbîr û hunermendên vî welatî her dem em alîgirê yekhelwestiya tevgerên siyasî ne û bi hemû derfetên xwe em doza parastina deskeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi ked û xwîna gelên wê pêk hatine, dikin. Her wiha em di ferqa xeteriya gefên Tirkiyê yên li ser çand û hebûna gelên resen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne ku armanca wê ew e ku deverê bike baregehên çete, terorîst û malbatên wan û bike bingeha êrîşên li ser gelên azad.”

Hunermend û rewşenbîran di dawiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku ew bi xurtî piştgiriyê didin însiyatîfa van hêzên siyasî û bang li hemû welatên têkildar û Neteweyên Yekbûyî kir ku qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin û wiha daxuyanî bi dawî bû: "Divê hesab ji rejîma Tirkiyê ya faşîst bixwazin, ne ku wê razî bikin, wekî ku welatên endamên NATO`yê di civîna xwe ya dawîn li Spanyayê de kirin, ku bi wê yekê hemû pîvanên demokrasiyê û mafên microvan ên qaşo bangê dikin ji bo razîkirina dîktatorê xwînrij Erdogan, binpê kirin.

ANHA