ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-06-2022
29 hezîran, 2022   23:00

-Ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Kinacî (Zîlan) li Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê çalakî tên lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê merasîmê bîranîna şehîdên Hezîranê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê li dar dixe, saet 19:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 26'an a şehadeta Zîlan, Kongra Star a herêma Firatê civînekê ji jinan re li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, şêniyên kantona Qamişlo meşekê li dar dixin. Meş ji çerxerêya Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di 26’ê Hezîranê de hate eşkerekirin ku qedexeya hevdîtinê ya li Îmralî heta 3 mehên din hatiye dirêjkirin. Li dijberî vê malbatên şehîdan bertek nîşan da û bang li kurdistaniyan kir ku dakevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevreyên şehîd Ferhad Şiblî anîn ziman ku şehîd Ferhad di dilê bi hezaran kesî de îsrara pêkanîna destkeftiyan û serxistina şoreşê çand. Hevreyên wî diyar dikin ew ê şopdarên xeta wî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Mûsa diyar kir ku heta niha hêzên Rûsya û Amerîkayê helwesteke zelal têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker negirtiye. Mûsa got ku di civîna NATO`yê de bazaran li ser Kurdistanê û cîhanê dikin, lê ew ê di vê rêyê de bi ser nekevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên herêma Cizîrê û hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqûsd û Eşrefiyê diyar kir ku PDK ne muxatabê Başûrê Kurdistanê ye û nikare bibe nûner jî. Her wiha gotin, berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê li cîhanê nimûneya wê nîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademîsyen û lêkolînerê kar û barên Tirkiyê û Mudirê Navenda Nirxandinên Stratejîk a li Beyrûtê Dr.Mihemed Nûredîn ji ber projeya bicihkirinê ya penaberan li bakurê Sûriyê ya dagirkirî hişyarî da û got: “Tirkiye hewl dide çavkaniyeke hegemoyê li wir ava bike da ku pê Sûriye, Iraq û dewletên din tehdîd bike û di qonaxa bê de, herêmên dagirkirî tev li erdnîgariya Tirkiyê bike.”

- Dagirkeriya Tirk ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve di Cotmeha 2019'an de û heta niha 14 dibistan, gelek mizgeft, dêr û saziyên xizmetguzarî yên navçeyên Til Temir û Zirganê wêran kirine. Dewleta Tirk rêzesûcên şer ên ku ji destpêka aloziya Sûriye ve sala 2011'an pêk tîne, dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ji bo normalîzekirina têkiliyan bi hêzên herêmî re di nav de Erebistana Siûdî, Îsraîl û Îmarat hene, beriya kêmtirî salekê ji lidarxistina hilbijartinên serokatiyê ku tê payîn di nîvê Hezîrana 2023`yan de li dar kevin, însiyatîfên xwe zêde kirin.

DOSYA

- Koka berxwedana xwedawenda Atargatîs, li Minbicê hîn zindî ye. Li ser vê bigehê, li dijî her cûreyên êriş û gefan; şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê û şêniyên li herêmê bi hevgirtî xwe amade kirine û soza berxwedanê dane. 

JIN

- Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe koka berxwedan û fedayetiyê li tevahiya Kurdistanê belav kir û hêz da jinan da têkoşînê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandinî ya herêma Firatê wergirtina genimê avî ji cotkaran didomîne, şêniyên herêmê jî ji berhema îsal li gor salên borî geşbîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA