Pêkhateyên Qamişloyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk derketin

Pêkhateyên Qamişloyê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û nameyek radestî Koalîsyona Navneteweyî kir. Her wiha diyar kirin ku ew li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne.

Pêkhateyên Qamişloyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk derketin
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk derketin
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk derketin
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk derketin
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk derketin
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk derketin
28 hezîran, 2022   11:55
QAMIŞLO

Bi sedan pêkhateyên navçeya Dêrik, Girkê legê û Çilaxa yên Qamişloyê derketin xwepêşandanê û êrişên dewleta Tirk ên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin.

Xwepêşandêr li Qada Azadî ya bakurê Dêrikê kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û wêneyên şehîdan hildan û berê xwe dan sûka navendî. Xwepêşandêran sloganên li dijî dagirkeriya Tirk berz kirin û piştrast kir ku ew piştgiriya QSD'ê dikin.

Xwepêşandêr li pêşiya Navenda Çandê sekinîn, hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm axivî û destnîşan kir ku divê pêkhateyên herêmê tevî hêzên leşkerî li dijî xetereyên derve bisekinin û piştrast kir ku ew dê herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, rizgar bikin.

Ebdulrehîm piştrast kir ku bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk, dibe sedem ku dewleta Tirk sûcên dermirovî dewam bike. Her wiha anî ziman ku ji civata navneteweyî tê xwestin ku rê li ber dagirkeriya Tirk a ku hewl dide gelên herêmê qir bike, bigirin.

Ebdulrehîm destnîşan kir ku gelê herêmê rêya berxwedanê hilbijart û bi hezaran şehîd dan û anî ziman ku gel dê fedakariyan bide da ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Her wiha şandeyek ji navçeyên Dêrik, Girkê legê û Çilaxa berê xwe da baregeha Koalîsyona Navneteweyî û bi navê pêkhateyên herêmê nameyek radestî wan kir, tê de bang kirin ku koalîsyon pabendî lihevkirinên xwe be û rê nede dagirkeryia Tirk ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û bombeyan bi ser welatiyan de bibarîne.

(dm)

ANHA