Partiyeke fransî: Em Rojava bi tenê nehêlin

Partiya Antîkapîtalîst a Nû ya Fransî, têkildarî gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û got: "Em parastina Rojava bikin, Erdogan rawestînin."

Partiyeke fransî: Em Rojava bi tenê nehêlin
28 hezîran, 2022   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Antîkaptalîst a Nû ya Fransî (NPA) li ser êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û gefên dagirkirina Rojava bi nivîskî daxuyaniyek ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’NATO dike ku li Madrîdê bicive, hikûmeta Tirk jî xwe ji dagirkirina Bakurê Sûriyê re amade dike. Jixwe li ser şerê Ukraynayê û pirsgirêka penaberan heta tu bibêjî şantajê dike û li hêviyê ku ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê re bibêjin erê. Armanca dewleta Tirk têkbirina vîna Kurdan û valakirina herêmê ji Kurdan e.

'EM ROJAVA BI TENA SERÊ XWE NEHÊLIN'

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:  "Careke din dîplomasiya Fransayê û Serokkomariya wê xwe bi temamî ker dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk, Dewleta Îslamê ya xwedêgiravî têk bir, lê ha Tirkiye ha NATO, her du jî yek in. Bi taybetî ji dagirkirina Ukrayna heta bi niha şahê dîplomasiya Rojava NATO ye.

Rûsên ku rojavayê Firatê kontrol dikin jî bi Tirkiyê re bazariyê dikin û bi Ukrayna re mijûl in. 

Anku Rojava, bi tena serê xwe ye û gef lê tên xwarin. Erdogan neyê rawestandin dibe ku qehremaniya şervanên QSD'ê jî nekare dagirkeriyê rawestînin.

Ji bo girtina rê li pêş komkujiyan û piştgiriya ji bo gelên herêmê û derxistina rêxistinên Kurd ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' ya Yekitiya Ewropayê, divê tiştê ji milên me were em bikin. Em Rojava biparêzin û Erdogan rawestînin.”