Şervanên QSD'ê: Ji bo têkbirina êrişên Tirkiyê em stratejiyeke nû amade dikin

Şervanên QSD'ê diyar kirin li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ew stratejiyeke nû ya leşkerî amade dikin.

Şervanên QSD'ê: Ji bo têkbirina êrişên Tirkiyê em stratejiyeke nû amade dikin
28 hezîran, 2022   23:38
HESEKÊ - HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Nîsana borî ve êrişên xwe li ser herêmên Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Şervanên meclisên leşkerî yên herêmî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Wek bertekek li hemberî êrişên bênavber, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî qonaxeke nû ya têkoşîna parastina herêmê û destkeftiyên wê bûne.

Şervanên YPG û YPJ'ê yên ku perwerdeyên fikirî û leşkerî dîtine, diyar kirin ku ew amade ne xaka xwe û nirxên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û êrişên dewleta Tirk a dagirker bi stratejiyên nû têk bibin.

STRATEJIYÊN LEŞKERÎ YÊN NÛ

Şervana YPJ'ê Evîndar Botan ji kantona Kobanê bi du xwişkên xwe yên YPJ'yî bandor dibe û ew jî tev li YPJ'ê dibe. Evîndar Botan  wiha anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker bênavber gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ji bo têkbirina van êrişan vîn, israr û tevgereke li gorî stratejiyên nû yên leşkerî pêwîst dikin, ku niha em li ser dixebitin."

Evîndar Botan wiha domand: "Em di wê baweriyê de ne ku em ê êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Em ji hêz û îradeya xwe bawer in, her wiha şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi hêzên xwe yên leşkerî bawer in."

Girêdayî mijarê, şervanê YPG'ê Qendîl Kobanê yê ji kantona Kobanê ye, perwerdeya fikirî û leşkerî li akademiyeke leşkerî ya li bajarê Hesekê digire, der barê qonaxa heyî de wiha anî ziman: "Ez tev li gelek şeran bû, ,wek şerê Efrîn û Serêkaniyê.  Rojekê jî em xwe ji parastina herêmên xwe ji gef û êrişên dagirkeriya Tirk dûr naxim."

Qendîl Kobanê destnîşan kir ku ew û hevalên wî yên QSD, YPG û YPJ'ê piştî şerê li dijî DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker êdî bûne xwedî tecrubeyên mezin û xwe ji bo qonaxa bê di aliyê fikirî û leşkerî de baş amade dikin.

Şervanê QSD'ê Qendîl Kobanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew amade ne Bakur û Rojhilatê bi hemû hêza xwe biparêzin û wiha pê de çû: "Berdêl çi dibe bila bibe em ê herêmên xwe biparêzin. Bila şêniyên herêmê bi wê yekê bawer bin ku çawa me dawiya DAIŞ'ê anî, em ê dawiya dagirkeriyê jî bînin."

Ji şervanê QSD'ê Dişad Serêkaniyê ku tev li heman akademiyê bûye, destnîşan kir ku ew derbasî qonaxeke nû ya perwerdeya leşkerî bûne û ew amade ne herêmên xwe biparêzin: "Niha li gor qonaxa hemdem û ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, em bi giranî perwerdeyên fikirî û leşkerî di akademiyê de digirin."

 (mh)

ANHA