Hêzên Rizgariya Efrînê şehadeta şervanekî ragihand

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn ku şervanê wan Berxwedan Efrîn duh di encama krîza dil de şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê şehadeta şervanekî ragihand
27 hezîran, 2022   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku şervanê wan Berxwedan Efrîn (Elî Cabo) duh dema ku li ser erka xwe bûye, di encama krîza dil de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hevrêyê me Berxwedan Efrîn roja 26’ê Pûşperê dema li ser erka xwe bû, di encama krîza dil de gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Berxwedan li bajarê Efrînê ji dayik bûye û li nava malbateke welatparêz de mezin bû. Dagirkirina Efrînê ji bo her Kurdekî êşeke mezin e lê ji bo ê ku ji Efrînê be hîn bêhtir êşeke mezin e. Ji ber ku mirov cihê ku lê çêbe û mezin bibe, hemû bîranînên wê ew der e û dema ku ew der hat windakirin ji bo standina wî derê çi pêwîst be tê kirin. Hevrêyê me Berxwedan jî ji bo rizgarkirina bajarê xwe piştî dagirkirina Efrînê tev li nav refên hêzên me bû. Her çi qas temenê wê li gor hevrêyên wê mezin e jî tevlêbûna wî ya li nav xebatê nebû asteng û her tim bi coş û kelecaneke mezin tev li jiyanê bû. Hevalekî fedakar û kedkar bû. Armanca wî ya yekem rizgarkirina Efrînê û bajarên din ên dagirkirî bû.

Dilê wî yê ji bo azadiya Efrînê lê dida, her çi qas bi fîzîkî sekinîbe jî em wek hevrêyên wê ji bo armanca wî ya mezin pêk bînin, soza xwe nû dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd Berxwedan û gelê xwe re dixwazin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Efrîn

Nav û Paşnav: Elî Cabo

Navê Dayikê: Islim

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Dîroka Şehadetê: 26 Pûşper 2022