​​​​​​​QSD’ê 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin

QSD’ê 3 çeteyên DAIŞ’ê ku welatî dikirin leşker, motorsîklêtên bombebarkirî vediguhastin û tevgera çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêsan dikir, girtin.

​​​​​​​QSD’ê 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin
27 hezîran, 2022   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku yekîneyên taybet ên QSD’ê di 26’ê Hezîranê de şaneyeke DAIŞ’ê girtiye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Şaneya ku hate şopandin û agahî li ser hatin komkirin, li rojhilatê Dêrazorê çalak bû û li herêma Cirzê ye. Ew şane hin sivîl tev li rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst dikirin, fidye li ser sivîlên din ferz dikirin, gef li rûspî û şêxên eşîran, karkerên saziyên Rêveberiya Xweser dixwarin. Her wiha motorsîklêtên bombebarkirî ji şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst re vediguhastin, tevgera şaneyên terorîst li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêsan dikir."

Di daxuyaniya QSD’ê hate destnîşankirin ku hêzên QSD’ê bi ser cihên diyar de girt û 3 serçete û endamên şaneyê girtin, çek û amûrên teknîk ên li gel wan tevî hin belgeyan desteser kirin.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê, ev operasyona ku bi desteka bejahî û asîmanî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat, gaveke nû di çarçoveya rêveçûna xebata hevbeş a QSD’ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî de bû, da ku çalakiyên şaneyên DAIŞ’ê ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin, pêşî lê wan şaneyan bigirin ku gefan li sivîlan û îstîqrara herêmê nexwin.

(fr)