​​​​​​​Îran: Siûdî dixwaze têkiliyên dîplomatîk bi me re bidomîne

Piştî ku bi salan têkiliyên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî û Îranê qut bûbûn, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got Siûdî dixwaze dan û standinên dîplomatîk bi welatê wî re bidomîne.

​​​​​​​Îran: Siûdî dixwaze têkiliyên dîplomatîk bi me re bidomîne
27 hezîran, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro di civîneke çapemeniyê de got Erebistana Siûdî dixwaze têkiliyên dîplomatîk bi Îranê re bidomîne.

Her du hêzên sunnî û şîe (Îran û Siûdî) têkiliyên dîplomatîk di 2016`an de qut kiribûn, her du alî destekê didin hevalbendên xwe di şerê wekaletê yê li seranserê herêmê ji Yemenê heta Sûriye û cihên din de.

Îranê ragihand ku ew vekirina balyozxaneyan bi Siûdiyê re pêşwazî dike. Iraqê jî daxuyand ku dê tevî Îranê rewşê li herêmê aram bike. Ev yek li gel serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo Tehran û Riyadê pêk tê.

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan jî got Tehran piştgiriyê dide ji nû ve vekirina balyozxaneyan.

(cx)