​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê dê desteka ji bo ava vexwarinê rake

Rojnameyên erebî yên îro behsa rakirina desteka hikumeta Şamê ya ji bo ava vexwarinê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê dê desteka ji bo ava vexwarinê rake
27 hezîran, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HIKUMETA ŞAMÊ DEST BI RAKIRINA DESTEKÊ JI SER AVA VEXWARINÊ KIR’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Bi senaryoya dubarekirî, hikumeta Şamê dest bi rakirina desteka ji ser ava vexwarinê kir ku dide mezêxeran. Ew jî piştî ku şîrketa giştî ya dagirtina avê buhayê ava dagirtî li kargehên Wezareta Pîşesaziyê li gorî du biryarên li pey, pêk hat. Buhayê avê ji sedî 10 zêde bû.

Lê beriya wê jî, desteka ji ser madeyên bingehîn mîna derman, sotemenî, enerjî û nan pir kêm bû. Li gorî raporên hikumetê her metreyek ava vexwarinê bi hezar û 400 lîreyên Sûriyê ye, lê ji mezêxeran re bi 700 lîreyên Sûriyê tê firotin.

Ev yek li gel pêla hişkesaliyê ya li Sûriyê pêk tê ku li gorî daneyên NY`yê ji beriya nêzî 70 salî ve ev pêla herî dijwar e. Li piraniya herêman av kêm e, di havînê de jî alozî kûrtir dibe û zêdetirî hefteyê tê qutkirin. Ev yek dibe serdem ku şênî nexasim gundî, avê ji sehrîcan bi nirxekî bilind bikirin, ku pirî caran ew av ne paqij e.”

‘XITIMÎNA SIYASÎ LI IRAQÊ JI RÊVEBERIYA AMERÎKAYÊ RE PIRSGIRÊKEKE DIN E’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Iraq, piştî vekişîna piraniya siyasetmedaran ji parlamentoyê bi binketina avakirina hikumetê re, rûbirûyî havîneke bedbîn e. Lê heta bi amadekariya Bexdayê bi çend mehan ji tevliheviya li kolanan re, dîsa jî divê xwe ji bo pirsgirêkên aborî û ewlehî amade bike.

Li ser vê yekê nivîskar û analîzvanê amerîkî Bobby Josh got dê ji ber biryara Muqteda El-Sedir a vekişîna ji xebata siyasî xwepêşandanên ku di dawiya 2019’an û destpêka 2020’an de çêbûne, vegerin.

Di rastiyê de, dê tevliheviyên mezin çêbibin. Ji ber alîgirên El-Sedir ên tev li xwepêşandanên berê nebûbûn, di vê demê de pir bi hêrs in.

Bobby Josh da zanîn ku El-Sedir ku di hilbijartinên dawî yên payîza borî de destekdayîneke mezin a gel wergirt, di kedên xwe yên avakirina îtîlafa desthilat de pir aciz bû.

Dê El-Sedir û alîgirên wê hîs bikin ku xebatên siyasî bêhêvî kirin û meydana giştî bihêlin ku bibe qonaxa destpêkê ji pêşandana hêzê re. Xwepêşandana ku pirî caran tundî ye, taybetmendiyeke li gorî El-Sedir e.

Ev yek ji bo iraqiyan ku li ber îhtîmala dîtina xwînrijandinê li kolanan e mixabîniyeke, her wiha nîşaneyeke krêt ji bo aboriya cîhanê ye. Ew yek jî di demekê de bihaya petrolê bilind dibe, pêk tê. Diyar e wê bêîstîqrariyeke dirêj di duyemîn mezintirîn dewleta ku petrolê derdixe de çêbe.

Çavdêr texmîn dikin ku heta Çarçoveya Hemahengiyê ku bloka mezin a parlamentoyê ye û hikumeteke nû ava bike, lê wê xitimîna siyasî li Iraqê berdewam bike.”

‘ÇARENÛSA MECLISA NÛNERAN Û YA DEWLETÊ YÊN LÎBYAYÊ LI CINÊVÊ DIYAR DIBIN’

Li ser rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Li gorî axaftinên lîbyayiyan ku meclisa serokatiyê hewl dide nakokiya siyasî ya di navbera Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê bi dawî bike û wan bi rêya biryareke serokatiyê rake ku rêya li pêş qonaxeke nû ku salekê dirêj bike, veke û piştre jî hilbijartinên serokatî û parlamentoyê li dar bikevin.

Wê li Cinêvê bi sponseriya NY’yê serokê Meclisa Nûneran Eqîle Salih û serokê Meclisa Dewletê Xalid El-Mişrî sibe û çarşemê li hev bicivin, da ku nakokiyên xwe yên li ser reşnivîsa destûrê çareser bikin.

Serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Minfî teqez kir ku wê civîn biryardar be, lê heke bi bin ket, divê rola Meclisa Serokatiyê di bikaranîna desthilata xwe ya serweriyê de hebe û mijarê dereng nexe.  El-Menfî di civîna bi rûspiyên Lîbyayê re eşkere kir ku ew bi demeke diyar ve girêdayî ne, her wiha pêwîstî bi xebatên kesên zana û aqilmendan heye ku bi Meclisa Serokatiyê re bixebitin û rêzê ji çi xebata siyasî ya pêş re bigirin.

Şêwirmenda NY’yê ya taybet bi Lîbyayê Stephanie Williams got her du serokên meclisan dê sibe li Cinêvê li hev bicivin da ku li ser belgeya destûrê li hev bikin, nexasim jî mijarên girêdayî tedbîrên veguhastinê. Stephanie Williams destnîşan kir ku wê diyalogên bê li ser tedbîrên veguhastin û dosyaya hilbijartinan be û divê tu kes ji ber xwe tev negere, ji ber ew ê rêveçûna siyasî qels bike.”

(fr)