Mihemed Elî El-Ebo: Divê hesab ji qatilên şehîd Ferhad Şiblî bê xwestin

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesayeteke têkoşer û mezin wek şehîd Ferhad Şiblî ji dest da û destnîşan kir ku divê qatilên şehîd Fehad Şiblî werin cezakirin.

Mihemed Elî El-Ebo: Divê hesab ji qatilên şehîd Ferhad Şiblî bê xwestin
27 hezîran, 2022   06:41
MINBIC - SELWA EBDULREHMAN

Di 17'ê Hezîranê de, dronekedewleta Tirk a dagirker li herêma Kelarê ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî kir hedef. Ferhad Şiblî ku ji bo tedawiyê çûbû Başûr, tev ê 3 hevalên xwe di êrişê de şehîd bûn.

Cenazeyê şehîd Ferhad Şiblî bi beşdarbûna deh hezaran ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li navçeya wî Dêrikê hate oxirkirin.

Girêdayî vê mijarê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Elî El-Ebo got: "Şehîd Ferhad Şiblî ji şêniyên Minbicê re heval bû, têkoşer, rewşenbîr û berxwedêrek bû, di danûstandin û karê xwe de jî xwedî rihekî xweş ê hevaltiyê bû."

Mihemed Elî anî ziman ku bajarê Minbicê kesayeteke hêja ku Minbic ji nû ve piştî talankirinê ava kiriye, ji dest da û got: "Şehadeta wî windahiyeke ji bo tevahî Sûriyê ye mezin e. Bi şehadeta wî Sûriyê kesayeteke niştimanî ku banga azadî, aştiyê ji bo welat dike, winda kir."

Girêdayî awaya qetilkirina şehîd Ferhad Şiblî, El-Ebo wiha anî ziman: "Awaya qetilkirina wî teqez dike ku teror erdnîgariyê nas nake û tu cudahiyê naxe navbera ol, pêkhate û neteweyan. Terora dewleta Tirk a dagirker derbasî dewletan dibe, hedefgirtina têkoşer Ferhad Şiblî jî nîşana wê yekê dide."

Mihemed El-Ebo bang li hikûmetên Bexda û Hewlêrê kir ku der barê vê bûyerê de lêkolînê bikin.

Mihemed Elî El-Ebo wiha diyar kir: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi tundî van gef, êriş, binpêkirin û kuştinan şermezar dikin û dibînin ku ev kiryar ên DAIŞ'ê bûn, lê îro bi destê dagirkeriya Tirk tên kirin. Êdî cîhan tevde nas dike ku DAIŞ û dagirkeriya Tirk du rûyên yek diravî ne."

El-Ebo di dawiya axaftina xwe de soz da şehîd Ferhad Şiblî û got: "Em soz didin te ey hevalê me ku em ê li ser şopa te bin, berxwedan û têkoşîna te bidomînin heta ku xeyalên te ên pêkanîna projeya demokratîk pêk bîbin ku Sûriyê li cewherê wê yê rasteqîn, Sûriyeke bi birahî û hezirin vegerînin."

Tê zanîn ku şehîd Ferhad Şiblî di dema têkoşîna xwe ya ji bo biratiya gelan û demokrasiyê de, bandoreke mezin di dilê kesên ku wî nas dikin de hişt.

 (mh)

ANHA