Li ser şopa pêşiyên xwe, Osmaniyên nû hedefgirtina ermenan didomînin

Malbatên Ermen yên ku ji beriya bêhtirî sedsalekê di encama komkujiyên ku Osmaniyan li dijî wan pêk anîne de koçber bûne, îro rastî kîna veşartî ya neviyên Osmaniyan tên.

Li ser şopa pêşiyên xwe, Osmaniyên nû hedefgirtina ermenan didomînin
27 hezîran, 2022   06:33
EYN ÎSA

Bûyerên bi vî awayî piştî dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve û bicihkirina çeteyan di meclisên herêmî û rêveberî de, derketin holê.

Bi armanca helandina wan, tunekirina şaristiyan wan, împeratoriya osmanî gelê ermen mîna gelên din kir hedef, komkujî li dijî wan pêk anî û siyaseta tirkkirinê li dijî wan meşand. Di encamê de bi sed hezaran malbat ji ber vê dojehê koçber bûn û berê xwe dan dewletên cîran mîna Sûriye, Iraq û dewletên Ewropayê.

Ev malbatên ku ji êtûna Osmaniyan reviyane bi gelên derdora xwe re bi aştî jiyane, çand û kultura xwe parastin. Ji van herêman kantona Girê Spî û gundewarê wê ye, ku taxeke taybet a ermeniyan li kantonê bi navê "Taxa Ermenan" heye ku di çarçoveya jiyana hevbeş a bi gelên herêmê de cihek ji bo bicihbûnê dît.

Piştî dagirkirina Girê Spî di 9'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bêhtirî 100 hezar kes ji şêniyên herêmê û di nav de malbatên ermenî bi darê zorê hatin koçberkirin.

Mîna malbatên din ên herêmê, dagirkeran mal û milkên malbatên ermen jî desteser kirin. Herî dawî 170 donim erdê ermeniyê koçber Akop li nêzî bajarokê El-Elî Baciliye yê kantona Girê Spî hatin desteserkirin. Niha bi pereyên kuwêtî û bi çavdêriya meclisa herêmî ya Girê Spî ya girêdayî dagirkeriya Tirk, navendeke olî tê avakirin.

Hevserokê kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid wiha anî ziman: "Ji destpêka dagirkirina kantonê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ne kevir û ne mirov ji sûcên wan ên hovane nefilitîn. Dagirkeran, li dijî şêniyên mayî jî, sûcên wekî kuştin, revandin û talankirina milkên wan pêk tînin.”

Di axaftina xwe de, El-Ebid desteserkirina erdê koçberê ermenî "Akop" ji bo avakirina navendeke olî ya tundraw ji bo vejandina terorê û pêşxistina fikrê tundraw, bi tundî şermezar kir.

Di dawiya axaftina xwe de El-Ebid bang li civata navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku sûcên li dijî gelan pêk tînin di nav de yê ermen rawestînin.

(mh)

ANHA