Piştî gefên dagirkeran tevlêbûna jinên Çerkes, Tirkmen û Kurd

Li dijî paşverûtiyê derketin û bi sekna xwe malbatên xwe jî îqna kirin. Şervanên jin yên Çerkes, Tirkmen û Kurd ku piştî gefên dagirkeran tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûne, dibêjin destpêkê bi îdeolojiyê paşê jî bi çekên xwe dê dagirkeran têk bibin.

Piştî gefên dagirkeran tevlêbûna jinên Çerkes, Tirkmen û Kurd
27 hezîran, 2022   04:25
MINBIC - CÎHAN BÎLGÎN

Her ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gefan dixwin, bi rihê seferberiyê ciwan berê xwe didin meclisên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Wekî hemû qadên din, di meclisên leşkerî de jî jin roleke sereke dilîzîn.

/kr/uploads/files/2022/06/26/183427_tesnm.webp

Şervanên bi navên Tesnîm Yaqûb, Agirî Kobanê û Hîem Emîn Mûsa ku ji pêkhateyên Çerkes, Tirmen û Kurd in, di pêvajoya gefxwarina dagirkeran de ji bo parastina xaka xwe tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûne. Piştî perwerdeyê niha amade ne ku welatê xwe ji dagirkeran biparêzin.

Tesnîm Yaqûb ku şervaneke Çerkes e, sala borî piştî dewleta Tirk dîsa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwarin tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû. Tesnîm Yaqûb tîne ser ziman ku di nav meclisên leşkerî de hejmara jinên Çerkes kêm e ku ew jî bi israra xwe tev li bûye.

Tesnîm Yaqûb wiha behsa pêvajoya tevlêbûna xwe dike: “Di civaka Çerkes de tiştê herî pêşîn temamkirina xwendinê ye. Di civaka me de belav nebûye ku jin tev li hêzên leşkerî bibin. Ji jiyan, daxwaza azadiyê û berxwedana hevalên jin gelekî bandor bûm. Bi israreke mezin ez tev lê bûm. Her wiha malbata xwe jî îqna kir ku nebin asteng. Di nîv saetê de min malbata xwe îqna kir. Ruxmî ku di malbatê de keç tenê ez im, li pêşiya min nebûn asteng.”

BANDORÊ LI BIRAYÊN XWE JÎ DIKE Û EW JÎ TEV LÊ DIBIN

Piştî ku şervan Tesnîm Yaqûb, tev lê dibe, 2 birayên wê bi navê Kendal Çerkes, Hesen Yaqûb jî tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibin.

Tesnîm Yaqûb dibêje bi tevlêbûna wê re gelek guhertin di jiyana wê de çêbûye û behsa meclisê dike: “Di nava vê meclisa leşkerî de min hemû pêkhate dîtin. Hemû reng di meclisê de hene. Ev cudabûna rengan hev temam dikin. Dema gel jî vê dibîne, ew jî hevgirtî dibe ku zarokên wan di nava vê meclisê de ne. Hevgirtina gel li Minbicê hêzêke xurt ava kiriye. Ji tunebûnê hebûn hat avakirin.”

“Meclisa me li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bûye mertal.” Bi van gotinan Tesnîm Yaqûb, sekna xwe li dijî dagirkeran nîşan dike û dibejê: “Me amadekariyên xwe li dijî êrişan kirine. Wekî şervanên jin jî me cihê xwe di xetên pêş de girtiye. Ji bo her tiştî em amade ne. Bi saya rêber Abdullah Ocalan em gihîştin ve astê. Hemû ciwan divê tev li vê şoreşê bibin da ku bibin bersiv. Yên ku pêşeng in ciwan in. Wekî ku rêber Abdullah Ocalan gotiye `Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’.”

BI BANGA SEFERBERIYÊ RE TEV LÊ BÛ

/kr/uploads/files/2022/06/26/183542_hem.webp

Hîem Emîn Mûsa ku ji pêkhateya Tirkmen e, piştî gefên dagirkeran yên îsal tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye. Hîem Mûsa dibêje ji bo azadiyê jinan mîsoger bike û li dijî gefan bi sekneke xurt bisekine, tev lê bûye û van lê zêde dike: “Şervanan bandor li min kir ku ji bo azadî û parastina welatê me şer dikin. Bi taybet di civaka me de jin bindest in. Em jî dixwazin welatê xwe ji dagirkeran biparêzin ku herêmên me dagir nekin. Em bang dikin ku herkes tev li seferberiyê bibe ku herêmên xwe biparêzin.”

`DESTPÊKÊ ÎDEOLOJÎ, PAŞÊ JÎ ÇEKA ME`

“Em naxwazin qonaxa DAIŞ’ê dubare bibe” Bi van gotinan Hîem Mûsa behsa hewldanên dagirkeran dike: “Gelek hewldanên dagirkeran hene ku derbasî axa me bibin lê em nahêlin wan têk dibin. DAIŞ herêmên me hemû xirab kiribûn. Xwe bi nave îslamî nîşan didan lê di rastiyê de dûrî îslamiyetê ne. Jin di nava pêkhateya Tirkmen de jî bindest in. Banga min li jinan heye ku wan kilîtan êdî bişkînin. Banga min li ciwanan heye ku tev li şoreşê bibin. Destpêkê îdeolojiya me, paşê jî çêka me parastina me dike. Werin em bi hev re welat biparêzin.”

`BI QASÎ NAVÊ XWE AGIR BI DIJMIN BIXIM`

/kr/uploads/files/2022/06/26/183500_agiri.webp

Agirî Kobanê ku ji Kobanê ye û berê di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt, niha jî wekî hevalên xwe tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye. Agirî Kobanê tîne ser ziman ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker piştî ku seferberî hat ragihandin, tev li meclisa leşkerî bûye û dibejê: “Ger ez welatê xwe neparêzim dê kî biparêze? Min navê xwe kir Agirî ku bi qasî navê xwe agir bi dijmin bixim. Heya dilopek xwîn bi me re hebe em ê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin û nahêlin derbasî axa me bibin. Dagirker dixwazin Minbicê dagir bike ku ji Minbicê êrişî her cihî bike. Lê em nahêlin ev pêk were. Xewnên wan dê tenê di xewnan de bimîne.”

Agirî Kobanê bang li ciwanan kir ku tev li hêzên xwe bibin û li dijî dagirkeran bi yekdestî rabin û got: “Ji bo ku dîsa pêvajoya DAIŞ’ê dubare nebe divê her kes banga seferberiyê pêk bîne.”

ANHA