Serokwezîrê Iraqê û serokkomarê Îranê civiyan

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Tehranê li gel serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî civiya. Di civînê de li ser çend mijarên cûda axivîn. Serokkomarê Îranê piştgiriya Îranê ya ji bo Iraqê dubare kir.

Serokwezîrê Iraqê û serokkomarê Îranê civiyan
26 hezîran, 2022   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî serdana Tehranê kir û li gel serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî civiya. Piştî civînê jî der barê naveroka civînê de ji çapemeniyê re axivîn.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyar kir di navbera Îran û Iraqê de peywendiyeke baş heye û peywendiya navbera hikumetên her du welatan bandoreke mezin li ser herêmê dike.

Her wiha Reîsî da zanîn di rojên herî zehmet de Îranê piştgiriya Iraqê kiriye û got; “Wê ev piştgirî û peywendiya navbera her du welatan ti demê sar nebe û roj bi roj bihêztir bikin. Serdana Kazimî ya ji bo Îranê dikare bibe xaleke bihêzkirina peywendiyên navbera her du welatan.”

Yek ji armancên sereke yên seredana Kazimî ku destpêkê serdana Erebistana Siûdî kir û piştre derbasî Tehranê bû, ew e ku her du welatan nêzî hev bike. Ji beriya niha ve jî li Bexdayê çend hevdîtin di navbera rayedarên Îran û Erebîstana Siûdî de hatibûn lidarxistin.