Jinên endamên partiyên MSD`ê encamên dagirkeriyê li ser herêmê nîqaş kirin

Jinên endamên partiyên siyasî yên MSD`ê, îro panelek bi navnîşan “Encamên gefên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina axa Sûriyê”, li hola civînan a meclisê ya li Qamişlo li dar xist.

Jinên endamên partiyên MSD`ê encamên dagirkeriyê li ser herêmê nîqaş kirin
Jinên endamên partiyên MSD`ê encamên dagirkeriyê li ser herêmê nîqaş kirin
Jinên endamên partiyên MSD`ê encamên dagirkeriyê li ser herêmê nîqaş kirin
Jinên endamên partiyên MSD`ê encamên dagirkeriyê li ser herêmê nîqaş kirin
Jinên endamên partiyên MSD`ê encamên dagirkeriyê li ser herêmê nîqaş kirin
Jinên endamên partiyên MSD`ê encamên dagirkeriyê li ser herêmê nîqaş kirin
26 hezîran, 2022   15:39
QAMIŞLO

Panel ji du beşan pêk hat, tê de jinên endamên partiyan ku sazûmaniya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ava dike, tev li panelê bûn.

Di beşa yekemîn a bi navnîşan Gefên dagirkeriya Tirk û bandora wan li ser çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de, li ser têkiliya di navbera gefên dagirkeriya Tirk û vejandina terorê de, binpêkirinên dagirkeriya Tirk û bandora wê li ser pêşeroja Sûriyê, hat nîqaşkirin.

Di beşa duyemîn de jî mijarên wekî stratejiya berxwedanê û çareseriyên gengaz ji bo sekna li hember siyasetên dagirkeriya Tirk, rola jinan tê de, stratejî û taktîkên pêkan ji bo parastina jin û zarokan ji êrişên dagirkeriya Tirk ên siyasî û hiqûqî, erkên ku divê jin pêk bîne da ku asta gef, êrişên dagirkeriya Tirk û dagirkirina wê bidawî bike.  Li ser asta mirovî û erebî ji jinan tê xwestin piştgiriya şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û bi hev re li hember timayên dagirkeriyê bisekinin.

Di beşê yekemîn ê panelê de, endama rêveber a MSD`ê Canda Mihemed axivî û got: "Bi destpêka tevgera sûrî ya di 2011’an de, dewleta Tirk a dagirker destwerdana kar û barên Sûriyê nekir, lê armanca wê ew bû ku Osmaniya nû vejîna. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker destwerdana kirîza Sûriyê kir, roleke neyênî tê de lîst. Destpêkê Erdogan digot ew dê piştgiriya gelê Sûriyê bike û alîkariya wî bike da ku rejîma zordest û dîktator têk bibe, lê di bingehê de ew hewl dide tima û berjewendiyên xwe yên kesayetî dûrî hêviyên gelê Sûriyê pêk bînin.”

Canda Mihemed wiha domand: “Hêzên me ji bo pêkanîna serkeftinê û têkbirina rêxistinên terorîst şer kirin, lê deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin rastî guhartinên demografiyê hatub di bin navê “herêma ewle” de. Lê ya rast ew e ku dagirkeriya Tirk dixwaze rêxistinên terorîst ji wan penaberan li wir ava bike û li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne.”

Canda Ehmed her wiha destnîşan kir ku divê rêxistin û tevgerên jinan xwedî li erka xwe derkevin û jinên ku rastî êrişan tên biparêzin.”

Piştî bidawîkirina beşê yekemîn, beşdaran di axaftinên xwe de diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e ku Kurdan qir bike û yekitiya gelan û projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk têk bibe.

Piştre, nûnera hevbeş a Partiya Nûjen û Demokratîk a sûriyê Heyfa Mehmûd beşê duyemîn ê panelê birêve bir û teqez kir ku jin ji destpêka aloziyê ve, hewl dide çareseriya siyasî bi pêş bixe û got: Jin dînamîkên şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

Her wiha Heyfa Mehmûd wiha anî ziman: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahiya jinên cîhanê bûne hêvî. destkeftiyên wan ên hemû jinên cîhanê ne. Ji ber wê jî divê jinên dewletên ereb û yên cîhanê vê şoreşê biparêzin û daxwaz bikin ku civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) xwedî li erkê xwe derkeve û sûcên li herêmên dagirkirî rû didin, rawestîne.”

Heyfa Mehmûd wiha domand: “Divê dewletên navneteweyî û NY bi rêyên aştiyane û dîplomatîk pirsgirêka Sûriyê çareser bikin û peywendî bi aliyên navneteweyî û aliyên têkildar re deyne da ku rastiyan û binpêkirinên li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên, eşkere bikin û li hember timayên wê yên dagirkirinê bisekinin.

Paşê lêkolînera Navenda Nirxandinan a Kurdî li Amerîkayê  Megan Bodet online tev li panelê bû û behsa sûcên di bin navê Islamê de li dijî jinan tên kirin, kir û got: Plana nû ya dagirkeriya Tirk, guhertina demografiya Efrînê, Girê Spî û neçarkirina şêniyên resen li ser koçberiyê ye.”

Megan Bodet îşaret bi sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî kir û got: Ev ne tiştek nû ye. Dîroka dewleta Tirk bi van sûcan dagirtî ye. Ji bo hesabxwestin ji dagirkeriya Tirk misoger bibe, divê ev sûc bên belgekirin da ku em desteka navneteweyî bidest bixin.”

Di dawiyê de Megan Bodet destnîşan kir ku divê alîkariya derûnî ji kesên ku rastî binpêkirinan li herêmên dagirkirî hatine, were dayîn û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê werin cezakirin. Her wiha divê têkilî bi kesên ku bi darê zorê ji bajarên xwe wek Efrîn û Girê Spî hatine koçberkirin, werin dayîn ji bo ku hejmara herî zêde ya wan sûcan werin belgekirin.”

(mh)

ANHA