Li Minbicê soza şopandina rêya şehîd Ferhad Şiblî hat dayîn

Di roja dawîn a merasima sersaxiyê ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo şehîd Ferhad Şiblî organîze kiribû de, beşdaran soza şopandina rêya şehîdan heta mîsogerkirina serkeftinê û rakirina zilmê li ser gelan, da.

Li Minbicê soza şopandina rêya şehîd Ferhad Şiblî hat dayîn
Li Minbicê soza şopandina rêya şehîd Ferhad Şiblî hat dayîn
Li Minbicê soza şopandina rêya şehîd Ferhad Şiblî hat dayîn
Li Minbicê soza şopandina rêya şehîd Ferhad Şiblî hat dayîn
Li Minbicê soza şopandina rêya şehîd Ferhad Şiblî hat dayîn
26 hezîran, 2022   12:14
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê ji bo şehîd Ferhad Şiblî duh şemiyê li navenda xwe konê sersaxiyê vegirt. Ferhad Şiblî di 17`ê Hezîranê de li Başûrê Kurdistanê di êrişa balafirên bêmirov ên biçek ên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Di roja dawîn a merasima sersaxiyê de, endamên saziyên leşkerî, saziyên jinan, meclisên gundewarê bajarê Minbic û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û hemû pêkhateyên bajrê herikîn bin kon.

Li ser navê Meclisên Leşkerî endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Hemade wiha got: "Kesên canên xwe fedayî welat dikin, heta piştî şehadetê jî dijmin ji wan ditirse ji ber ku peyameke zelal didin ku dê rêya wan bê şopandin.”

Piştre cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya Minbicê Xelîl Silo axivî û ev tişt anîn ziman: "Şehîd Ferhad Şiblî û hemû şehîdên me bi armanca rakirina zilma li ser gelan xwe kirin mertal. Em soz didin şehîdan ku em ê rêya wan bişopînin, ji ber ku fedekarî ne tenê bi rakirina çekê ye, lê belê di hemû aliyan de têkoşîn fedekarî ye."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Saziya Birîndarên Şer a bajarê Minbicê Mihemed Xêr Casim got, rêya têkoşînê zehmet e û tenê bi berdêl û fedekariyan dikarin tê de bimeşin. Casim daxuyand ku şehîd Ferhad Şiblî di şopandina rêya şehîdan de hemû astengî derbas kirin.

Di dawiyê de li ser jiyana şehîd Ferhad Şiblî û xebat û têkoşîna wî ya ji bo pêkanîn û biserxistina projeya neteweya demokratîk, senevîzyonek hate pêşandan.

(eh)

ANHA