Şahîn Lalî: Binçavkirina rojnamevanan li dijî peymanên NY`yê ye

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Şahîn Lalî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû peymanên Neteweyên Yekbûyî ên têkildarî azadiya rojnamegeriyê bin pê dike û banga avakirina komîteyeke serbixwe kir da ku binpêkirin û sûcên dewleta Tirk bişopîne.

Şahîn Lalî: Binçavkirina rojnamevanan li dijî peymanên NY`yê ye
25 hezîran, 2022   05:47
QASIM-SOLÎN EHMÊ

Li Bakurê Kurdistanê rojnamevan û karmendên saziyên ragihandinê rastî zext û binpêkirinan ji aliyê deweta Tirk ve tên. Dewleta Tirk li dijî rojnamevanan operasyonên binçavkirinê pêk tîne. Ji ber vê yekê Tirkiyê ji bo rojnamevanan bûye mîna girtîgehê.

Herî dawî, desthelata Tirkiyê di 8'ê Hezîranê de 20 rojnamevanên girêdayî Jin News, Ajansa Mezopotamya, Rojnameya Xwebûn, Komeleya Dicle û Firat û karmendên weşanxaneyên Piya û Pel binçav kirin. Ev yek li Kurdistanê taybet li cem rojnamevanan rastî bertekên tund hat. Li Rojavayê Kurdistanê 337 rojnamevanan banga serbestberdana hevalên xwe yên rojnamevan kirin. Li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî 158 rojnamevan ev kiryar şermezar kirin.

DEWLETA HERÎ ZÊDE LI SER RAGIHANDINA AZAD DESTHELAT PÊK TÊNE

Di vê der barê de hevserokê Yekitiya Parêzaran a herêma Cizîrê Şahîn Lalî ji ajansa me re axivî û got, ji dema darbeya 2016'an a li Tirkiyê ve, li hember siyasetmedar, parêzer, hiqûqnas û rojnamevanan pêleke binçavkirinê hatiye destpêkirin û gelek televîzyon û saziyên ragihandinê hatine girtin.

Şahîn Lalî bal kişand ser sireya dewleta Tirk a dagirker di azadiya ragihandinê li ser asta cîhanê ya sala 2022'an  de û got: "Li Bakurê Kurdistanê di aliyê azadiya derbirîn û ragihandinê de metirsî heye. Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor di rapora xwe ya sala 2022'an de eşker kir ku dewleta Tirk ji dewletên herî desthelatdar li hember ragihandina azad e û binpêkirinên wê her ku diçe zêdetir dibin."

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor, Tirk ji sala 2018'an heta 2021'an ve weke girtîgeha rojnamevanan bi nav kir û diyar kir ku dewleta Tirk li ser asta cîhanê di azadiya ragihandinê de di pileya 157'an de ye.

Rêxistinê di rapora xwe ya 2022'an de got, herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, dewletên Ereb, Tirkiyê û Îran, ji herêmên herî xirab in.

'DEWLETA TIRK PEYMANÊN NY'YÊ BIN PÊ DIKE'

Şahîn Lalî diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li hember saziyên ragihandinê û rojnamevanan ne qanûnî ye û got, hemû saziyên ragihandinê yên li Tirkiyê di bin bandora siyaseta Tirkiyê de tevdigerin.

Lalî di dewama axaftina xwe de got: "Di qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî de 30 madeyên sereke taybet bi ragihandinê hene. Ew bend teqezî li ser azadiya derbirînê dikin û li gor wan madeyan her kes azad e, lê dewleta Tirk peymanên Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî azadiya ragihandinê bin pê dike."

Li gor madeya 19'an a danezana mafên mirovan a cîhanê, derbirîn yek ji mafên mirovan e  û her mirovek di derbirînê de azad e.

'METIRSÎ LI SER AZADIYA DERBIRÎNÊ LI BAKUR HEYE'

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Şahîn Lalî bêdengiya sazî û rêxistinên qanûnî yên navneteweyî li hember binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ên der barê rojnamevanên li Bakur de  şermezar kir û got: "Tu helwesteke cidî ji aliyê sazî û rêxistinên qanûnî yên navneteweyî ve tuneye ku dawî li siyasetên dewleta Tirk ên li hember gelên Bakur û taybet saziyên ragihandinê bînin."

Şahîn Lalî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk di aliyê azadiya derbirînê de bi xeterî bi nav kir.

'DENGÊ AZAD BÊDENG DIKIN'

Şahîn Lalî ev tişt jî anî ziman: "Gelek siyasetmedar, rojnamevan û parlementerên li djiî siyasetên dewleta Tirk di girtîgehan de ne. Ji ber wê divê civaka navneteweyî helwesteke cidîn nîşan bide û komîteyeke serbixwe ji bo şopandina binpêkirinên dewleta Tirk li hundir û derve bê avakirin."

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Şahîn Lalî di dawiyê de got: "Dewleta Tirk li ser esasê siyaseta qirkirin û talankirina gelan û guhertina demografiya Kurdistanê hatiye avakirin û  bi rêya girtina rojnamevanan dixwaze binpêkirin û sûcên xwe veşêre û dawî li dengê azad bîne."

(şt)

ANHA