​​​​​​​Li Silêmaniyê bi çalakiyekê banga eşkerekirina kujerên şehîd Zekî Çelebî kirin

Penaberên ji Bakurê Kurdistanê yên li Silêmaniyê dijîn xwestin ku kujerên Zekî Çelebî ku di encama êrişek çekdarî de li Silêmaniyê hat qetilkirin, bên eşkerekirin.

​​​​​​​Li Silêmaniyê bi çalakiyekê banga eşkerekirina kujerên şehîd Zekî Çelebî kirin
24 hezîran, 2022   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Penaberên siyasî, malbat û hevalên Çelebî bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li ber Parka Baxê Giştî ya li navenda Silêmaniyê hatin ba hev û xwepêşandanek a protestoyê li dar xist.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin û her wiha her çalakgerekê wêneyê Zekî Çelebî hilgirtibû.

Di çalakiyê Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Muslim Kaplan axivî û got: “Em daxwazê ji malbata Birêz Îbrahîm Ehmed û Mam Celal dikin ku weke du kesayetên xwedî helwest, me biparêzin û kujerên şehîd Zekî Çelebî eşkere bikin. ”

Muslim Kaplan ji asayîşa Silêmaniyê daxwaz kir ku şûna lêpirsînê li endamên wan bikin, bila kujerên şehîd Çelebî eşkere bike û diyar kir ku heta ku kujer neyên diyarkirin wê çalakiyên wan berdewam bikin.

Di 17’ê Gulanê de li kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê du kesên MÎT’a Tirk  êrîşê, siyasetmedarê Kurd ê ji

Bakurê Kurdistanê û Xwediyê Xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî kirin û ew şehîd kirin.

Piştre hatibû zanîn ku kujer revîne Hewlêrê.