Şandeyên ji Mexmûrê ji bo şehîd Ferhad Şilbî û hevalên wî sersaxî xwestin 

Şandeyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Yekitiya Jinên Kurdistanê ji bo sersaxiya şehîd Ferhad Şiblî serdana Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Silêmaniyê kirin.

Şandeyên ji Mexmûrê ji bo şehîd Ferhad Şilbî û hevalên wî sersaxî xwestin 
23 hezîran, 2022   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo sersaxiya şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî serdana Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê kirin. Şande ji aliyê Nûnera Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Swêd ve hate pêşwazîkirn.

Şandeya Mexmûrê ji Endama Meclisa Îşar Pakistan Mihemed, Endama Şaredariya Wargehê Cemîle Kurtmez, Ruhevîn Efrîn, Seyfedîn Vedeng û Gabar Nas pêk tê.

Şandeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hevxwemiya xwe ji bo şehîdbûna Ferhad Şiblî anî ziman û soza berdewamkirina têkoşîna şehîdan da.

Her wiha bi heman armancê şandeya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya ji Seroka Yekîtina Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman û Endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kinêr Ebdullah pêk dihat, serdana Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê kir.