Birîndarekî bombebarana dewleta Tirk a li Şengalê şehîd bû

Ji birîndarên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser avahiya Meclisa Gel a Navçeya Sinûnê ya Şengalê, Îbrahîm Derwîş Evdê şehîd bû.

Birîndarekî bombebarana dewleta Tirk a li Şengalê şehîd bû
23 hezîran, 2022   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

15'ê Hezîranê, dewleta Tirk  a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek avahiya Meclisa Gel a Navçeya Sinûnê ya Şengalê û dikanên derdorê du carî bomebebaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Salih Naso şehîd bû û 6 kesên din di nav de rojnamevanek birîndar bûn.

Ji birîndaran Îbrahîm Derwîş Evdê ku li nexweşxaneyê bajarê Musilê tedawî dibû, îro şehîd bû.

Cenazeyê Îbrahîm Evdê dê Şengalê were veşartin.

ANHA