​​​​​​​Koordînasyona Kongra Star serdana malbatên şehîdên jin kir

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê serdana malbatên şehîdên Komkujiya Helincê, şervanên YPJ`ê û Yekitiya Jinên Ciwan kir ku di êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

​​​​​​​Koordînasyona Kongra Star serdana malbatên şehîdên jin kir
21 hezîran, 2022   10:38
KOBANÊ

23`yê Hezîranê salvegera duyemîn a Komkujiya Helincê ye ku di encam êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de endamên Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî şehîd bûbûn.

Îro endamên Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê serdana malbatên her sê şehîdan, malbatên Yekitiya Jinên Ciwan (şehîd Rojîn Kobanê ku tevî 5 hevalên xwe yên endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê di 25`ê Kanûna 2021`an di êrişa balafireke bêmirov a biçek a li dijî malekê li rojhilatê Kobanê de şehîd bûbûn) û malbatên şervanên YPJ`ê (Dilara Heleb, Ronahî Kobanê û Kobanê) ku 20`ê Nîsana 2022`yan di êrişa balafireke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, kir.

Di serdanan de Koordînasyona Kongra Star wêneyên şehîdan wekî bîranîn dan malbatên wan û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

ANHA