Hesen Koçer: Êrişa li dijî hevrê Ferhad Şiblî, êrişa li ser projeya neteweya demokraîtk e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji hedefgirtina hevrêyê xwe Ferhad Şiblî, nîşan da û teqez kir ku ew ê şopdarên rêya şehîd Ferhad bin.

Hesen Koçer: Êrişa li dijî hevrê Ferhad Şiblî, êrişa li ser projeya neteweya demokraîtk e
21 hezîran, 2022   07:43
 QAMIŞLO

Konê sersaxiyê yê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li nêzî mala wî ya li navçeya Dêrikê hat vedan.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberî û endamên saziyên Rêveberiya Xweser ber bi konê sersaxiyê ve diherikin, ku bi wêneyên şehîd Ferhad, şehîdên azadiyê û rêber Abdullah Ocalan hatiye xemilandin.

Di bin konê sersaxiyê de, ajansa me bi Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer re ku hevrêyê şehîd Ferhad Şiblî ye, hevpeyvînek çêkir. Koçer got: “Di kesayeta hevrêyê xwe şehîd Ferhad û hevalên wî de, em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber fedekariyên wan ditewînin. Ev êriş li dijî kesayeta şehîd Ferhad, êrişa li dijî projeya neteweya demokraîtk e ku ji bo pêkanîna wê di avakirina komîn, meclis û saziyên rêveberiya xweser de şehîd Ferhad salên dirêj ên temenê xwe bihurandin û roleke girîng û mezin lîst.”

Hesen Koçer destnîşan kir ku ev êriş plankirî bû û armanc jê di kesayeta şehîd Ferhad Şiblî de, şikandina vîna gelan bû.

Koçer wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şehîd Ferhad di wijdan û dilê her Kurdekî de mohra xwe hişt. Ji Efrînê heta Dêrikê, heta herêmên ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin wekî Tebqa, Minbic û hwd têkoşîn meşand. Ev êriş, êrişa li dijî biratî û hevgirtina gelan û sîstema Rêveberiya Xweser e.”

Koçer got: “Em berpirsiyariya êrişa li dijî hevrêyê xwe digirin ser hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê û banga vekirina lêpirsînê dikin.”

Hesen Koçer soza şopandina rêya hevrêyê xwe nû kir.

Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê merasima oxirkirinê ji bo şehîd Ferhad Şiblî bê lidarxistin, dê li Dêrikê jî şîn bê ragihandin.”

Îna borî (17`ê Hezîranê) balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li herêma Kelar a Silêmaniyê erebeyek hedef girtibû, di encamê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî  ku ji bo dermankirinê çûbû Başûr, tevî 3 hevalên pê re şehîd bûn.

(cx)

ANHA