Gerîla dîsa lêda; 29 dagirker hatin cezakirin

Tîmên bi tevger ên HPG’ê ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya girêdayî Zapê ji gelek baskan ve êriş birin ser dagirkeran, 29 dagirker ceza kirin; 2 dagirker jî birîndar bûn.

Gerîla dîsa lêda; 29 dagirker hatin cezakirin
20 hezîran, 2022   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîlayan hatine girtin, 20’ê Hezîranê di saetên êvarê de tîmên bi tevger ên gerîla ji gelek baskan ve li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane.

Hate zanîn ku di rêzeçalakiyên bi bombeyên destan û çekên ferdî de 29 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.