Rûspiyên Efrînê banga serhildanê li dijî dagirkeriya Tirk dikin

Rûspî û serokeşîrên herêma Efrînê nerazîbûn nîşanî bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî da û diyar kirin ku dagirkeriya Tirk dixwaze bi rêya projeya "herêma ewle" planên xwe yên Osmanî pêk bîne. Her wiha bang li welatparêzan kirin ku li dijî kiryar û sûcên dagirkeriya Tirk serî hildin.

Rûspiyên Efrînê banga serhildanê li dijî dagirkeriya Tirk dikin
20 hezîran, 2022   06:16
ŞEHBA - ALAN REŞÎD

Destpêka Gulana borî serokkomarê dewleta Tirk a dagirker projeya vegerandina mîlyon penaberê sûrî li herêmên dagirkir ragihand. Di vê projeyê de dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê biguhere, piştre parçe bike û tev li Tirkiyê bike, wek çawa di 1939'an de Lîwa Îskenderon ji Sûriyê qut kir.

Girêdayî vê mijarê û gefên dawî yên Erdogan ên dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ajansa me nêrînên rûspiyên eşîrên herêma Efrînê girtin.

'DI BIN SIYA OL Û PARASTINA EWLEHIYA NETEWEYÎ DE SÛCÊN XWE VEDIŞÊRE'

Rûspiyê eşîra Bûbena, Xelîl Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze plan û projeyên xwe bi rêya êriş û gefên li ser herêmê pêk bîne.

Her wiha bal kişand ser êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û got: "Di rojên borî de êriş û topbarana li ser Şehba û navçeya Şêrawa yên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, girantir bûne. Di encamê de birîndar çêbûn, bi dehan mal hilweşiyan û ziyanên madî çêbûn. Ev sûc dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî û bi navê olê van sûcan pêk tîne. Her kes dizane ku ola îslamê ku van sûcan dûr e."

Xelîl Xelîl  li dijî dagirkeriyê banga serhildanê kir "Ez bang li gelê li herêmên dagirkirî ji Girê Spî, Serêkaniyê û heta Efrînê dikim ku li dijî sûcên dagirkeran û çeteyan wan dakevin qadan."

DEREWÊN EWLEHIYA NETEWEYÎ "NE TIŞTEKÎ NÛ NE"

Rûspî Omer Hemîd girêdayî mijarê wiha anî ziman: "Dewleta Tirk a ku xaka me dagir kiriye û em bi darê zorê koçber kirine, dixwaze bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û vegerandina penaberên sûrî, herêmên nû dagir bike wek çawa Efrîn, Bab, Cerablud û Ezaz dagir kirine."

Omer Hemîd da xuyakirin ku hincetên dewleta Tirk ên parastina ewlehiya neteweyî ne tiştekî nû ye û wiha pê de çû: "Ji destpêka krîza Sûriyê ya ji berî 10 salan ve, dewleta Tirk a ku xwe dispêre Mîsaqî Millî dixwaze bi rêya siyasetên kûr û bi rêya çeteyên xwe yên ku ew bi xwe perwerde kirine û fikra terorîst di wan de çandiye, Osmaniya nû vejîne, li ber çavên civata navneteweyî gelek deverên Sûriyê dagir kirin."

VEBIJÊRK BERXWEDAN E

Hemîd "herêma ewle" şermezar kir û got: "Piştî ku em bi darê zorê koçber kirin, dagirkeriya Tirk îdiayên xwe yên ku di herêmên bakurê Sûriyê de terorîst hene didomîne. Kanî terorîst? Gelo ew in ên ku dixwazin Efrînê rizgar bikin û lê vegerin? Kanî herêma ewle? Ew herêmên ku şêniyên wê bi darê zorê têne koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan têne bicihkirin?"

Di dawiya axaftina xwe de, Omer Hemîd diyar kir ku şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe siyasetên qirêj ên dagirkeriya Tirk şermezar dikin û ew ê li hember wan planan li ber xwe bidin.

PÊWÎST E WELATPARÊZÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DAKEVIN QADAN

Rûspiyê eşîra Bûbena li kantona Şehbayê, Menan Xelîl wiha anî ziman: "Dagirkeriya Tirk dixwaze xewnên Osmaniyan bi rêya dagirkirina xeta sînor vejîne  û topbarana wê ya bênavber jî nîşana wê yekê ye."

Menan Xelîl bang li welatparêzan kir ku li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk rabin û got: "Pêwîst e welatparêz li herêmên dagirkirî dakevin qadan û li dijî dagirkeriya Tirk û kiryarên wê xwepêşandanan li dar bixin."

Di dawiya axaftina xwe de, Menan Xelîl teqez kir ku şêniyên Kurd Ereb û Turkmen dê li ser şopa berxwedanê bin û dê rê nedin gefên dagirkeriya Tirk û şerê taybet ku îradeya wan têk bibe.

(mh)

ANHA