​​​​​​​Lîwa Ehrar El-Iraq: Bareghên Tirkiyê ji bo me armancên rewa ne

Lîwa Ehrar El-Iraq ku beşek ji ''Berxwedana Îslamî ''ye, ragihand ku baregehên Tirkiyê yên li Iraqê ji bo wan armancên rewa ne'' heta axa Iraqê rizgar dibe û dagirker li ser axa wê namîne.”

​​​​​​​Lîwa Ehrar El-Iraq: Bareghên Tirkiyê ji bo me armancên rewa ne
19 hezîran, 2022   20:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana Îslamî Lîwa Ehrar El-Iraq daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Lîwa Ehrar El-Iraq îşaret bi xeteriya Tirkiyê li ser ewlehiya Iraqê kir û got: “Ne tenê li ser Iraqê lê belê li ser ewlehiya herêmê bi giştî xeter e. Bi fermana xeyalkerekî ku dixwaze herêmê kontorl bike, berhemên wê desteser bikin û ewlehiya wê têk bibe, baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Iraqê hene. Ji ber bêdengiya ecêb a hikumeta Iraqê û necidîbûna helwestan, ne tenê zirar da welatê xwe lê belê zirar gihand welatên cîran. Her wiha gihaşt wê astê ku iraqî li gelek herêmên bakur hedef bigire bêyî ku rêzê ji serdestiya welatê me û şehîdan re bigirin. ''

Lîwa Ehrar El-Iraq ragihand ku bareghên Tirkiyê yên li Iraqê ji bo wan armancên rewa ne heta ku herêm ji wan bê rizgarkirin û got: "Ji ber ku berxwedana li hember dagirkeran erkekî rewa ye û mafek e ku di hemû olan de hatiye misogerkirin, em wekî Lîwa Ehrar El-Iraq radighînin ku baregeh û deverên ku komên Erdogan dagirkirine, armancên rewa ne.”

(şx)