​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserokên nû yên PYD`ê

Di 9. Kongreya PYD’ê de Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserokên nû yên partiyê.

​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserokên nû yên PYD`ê
19 hezîran, 2022   17:33
HESEKÊ

Duh li Hesekê 9. Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna 700 delegeyan hatibû destpêkirin.

Di roja duyemîn a kongreyê de Asya Ebdullah û Salih Muslim wekî hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin

Kongrê bi hilbijartina endamên meclisa giştî ya 145 endaman didome, piştre dê endamên Komîteya Disîplînê ya partiyê were hilbijartin.

Kongrê wê bi encamnameyekê bi dawî bibe

ANHA