Kongreya Îslama Demokratîk çalakiya xwe bi dawî kir

Çalakiya konvedanê ya ku Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li darxistibû, bi dawî bû.

Kongreya Îslama Demokratîk çalakiya xwe bi dawî kir
19 hezîran, 2022   18:01
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 15`ê Hezîranê de çalakiya konvedanê li bajarê Qamişlo dabû destpêkirin. Îro çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Serokê Saziya Olî ya Amûdê Selahedîn Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dîroka şerê li Sûriyê de herêmên herî ewle ne û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de parast.

Her wiha hate gotin: “Gelek alî di nav de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber vê ewlehiyê, ne rihet in, ji ber wê bi hemû rêbazan êrişî herêmê dikin, carekê bi rêya dronan, carekê bi rêya topbaranê û careke din bi rêya dagirkirina herêmê û guhertina demografiya wê, bi hiceta avakirina herêma ewle jî, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, vaye îro jî hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe.”

Di daxuyaniyê de hemû kiryarên terorîst ên li dijî ewlehiya herêmê hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî û yên mirovî hat kirin ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser tevahiya herêmên Sûriyê hate kirin.

Her wiha bang li Meclisa Îslamî ya Sûriyê hat kirin ku dagirkeriya Tirk rewa kir û hat gotin: “Çawa hûn fetweyan ji bo dagirkirina axa xelkê û derxistina wan ji axa wan, avakirina avahiyên mêtingeriyê li şûna wan, qutkirina daran û kuştina mirovan didin?”

 (şx)

ANHA