Kongreya 9`emîn a PYD`ê di roja duyemîn de didome

Xebatên 9.Kongreya PYD’ê di roja duyemîn û ya dawî de dewam dikin. Tê payîn ku kongre bi hilbijartina hevserokatî, meclisa nû û komîteya dîsplînê bi dawî bibe.

Kongreya 9`emîn a PYD`ê di roja duyemîn de didome
Kongreya 9`emîn a PYD`ê di roja duyemîn de didome
Kongreya 9`emîn a PYD`ê di roja duyemîn de didome
Kongreya 9`emîn a PYD`ê di roja duyemîn de didome
Kongreya 9`emîn a PYD`ê di roja duyemîn de didome
Kongreya 9`emîn a PYD`ê di roja duyemîn de didome
Kongreya 9`emîn a PYD`ê di roja duyemîn de didome
19 hezîran, 2022   07:49
HESEKÊ

Beriya çend kêliyan xebatên 9. kongreya PYD’ê di roja duyemîn de dest pê kirin. Kongre duh li Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 700 delegeyên ji endam, nivîsgeh û nûnerên partiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê dest pê kiribû.

Di roja yekemîn a kongreyê de li ser navê Hevserokatiya partiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongra Star axaftina hatin kirin. Her wiha peyamên pîrozbahiyê û rapora dewreya borî ya partiyê hate xwendin û rewşa siyasî ya cîhan, Sûriyê û Kurdistnê hatin nirxandin.

Li gorî komîteya amadekar, dê îro rewşa rêxistinî ya partiyê di dewreya borî de were nîqaşkirin, li ser rêziknameyê were erêkirin, hevserokatî û meclisa nû ya partiyê û komîteya dîsplînê werin hilbijartin.

Xebatên kongreyê li dezgehên çapemeniyê girtî berdewam dike.

(fr)

ANHA