Panorama hefteyê: Çarçoveya Hemahengiyê ji bo avakirina hikumetê di nav hewldanan de ye

Çarçoveya Hemahengiyê piştî vekişandina Tevgera El-Sedir ji bo avakirina hikumeta Iraqê ketiye nava hewldanan. Çavdêr diyar dikin ku serokê Tirkiyê bi rêya finanseyên Erebistana Siûdî aboriya xwe ya hilweşiyayî pêş bixîne.

Panorama hefteyê: Çarçoveya Hemahengiyê ji bo avakirina hikumetê di nav hewldanan de ye
19 hezîran, 2022   05:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hewldanên avakirina hikumeta Iraqê, têkiliyên Tirkiyê û Erebistana Siûdî, her wiha rewşa Lîbyayê manşetên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

‘ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ REWŞA HEVIRKÊN XWE KONTROL DIKE’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat ev nivîsand: "73 parlamenter piştî cejna Qurbanê ew ê cihê îstîfaya komî ya endamên Sadir di parlamentoya Iraqê de dagirin. Hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ji ber tunebûna El-Sadir dest bi tevgereke siyasî ya ji bo avakirina hikumetê kir.

Tevgera heyî li ser du rêgehan e; ya yekemîn eşkere ye û aliyên hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe îdare dike anku dijberên Bloka Sadir e. Ev jî israra avakirina hikumetê di zûtirîn demê de dikin. Rêgeha duyem jî kontrolkirina dijberê berê yê Çarçoveya Hemahengiyê ye. Li vir behsa hevalbendên Sadir ên Hevbendiya ‘Rizgarkirina Welat’ dikin ku hevbendiya sunnî bi serkêşiya Xemîs Xencer û serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî û PDK`ê jî bi serkêşiya Mesûd Barzanî ye.

Li gorî agahiyên Şerq El-Ewsatê bi dest xistine, aliyên banga avakirina hikumetê dikin, di serî de Îtîlafa Dewleta Yasa ya bi serkêşiya Nûrî Malikî ye. Aliyê duyem jî di serî de serkêşê Hevbendiya Fetih Hadî Amirî ye ku dixwaze nêzîkî Sadir bibe.

‘MIHEMED BIN SELMAN DIÇE ENQEREYÊ: SIÛDÎ ALOZIYÊ DERBAS DIKE, GELO DÊ ERDOGAN BÊ GUHERTIN’

Rojnameya El-Ereb jî behsa têkiliyên Erebistana Siûdî-Tirkiyê kir û got: “Serdana mîrzayê Siûdiyê Mihemed Bin Selman bo Tirkiyê peyamên bihêz dide ku Siûdiyê xirabiyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî doza Xaşiqcî ji bîr kirine. Lê belê pirsa tê bîra mirov ev e; gelo dê Erdogan nêrîna xwe li cîhanê re li gorî mîsogerkirina têkiliyên mayînde bi Siûdiyê û welatên din re biguherîne?

Çavdêrên Tirk dibêjin ku guhertina daxuyaniyên Erdogan di dema niha de, li derve ne cihê baweriyê ne, ji ber vê yekê ji bo îqnakirina veberhênan û turîzma Siûdiyê ye. Her wiha ji bo vegera têkiliyên aborî û bazirganiyê wekî beriya aloziya Xaşiqcî mîsoger bike.

Çavdêr dibînin ku guhertina li hember welatên Kendavê, bi taybet Siûdî û Îmaratê, di esas de vedigere zirarên ku gihîştine aboriya Tirkiyê bûne. Bi taybet di warê avahî, turîzm û rêzefîlmên dîrokî de ku piştî qutbûna serdanên ji welatên Kendavê zirarên mezin gihîştinê. Çavdêran her wiha diyar kir ku Erdogan zêdetirî carekê eşkere kir ku armanca wî ji têkiliyên bi welatên Kendavê re, başkirina aboriyê ye. Ev yek di daxuyaniyên wî û ragihandina peymanan heta beriya li ser bê lihevkirin, xuya bû.

Erdogan roja înê piştrast kir ku di 22`yê Hezîranê de bi armanca dan û standinên ji bo xurtkirina têkiliyan dê mîrzayê Siûdiyê bi serdaneke fermî biçe Tirkiyê.”

‘XETEREYA PARÇEBÛNÊ LI LÎBYA ZÊDETIR DIBE’

Girêdayî rewşa Lîbya rojnameya Îtîhad El-Îmaratî wiha nivîsî: "Duh parlamentoya Lîbyayê budçeya giştî ya hikumeta Fethî Başaxa erê kir. Ev yek jî li hember xetereya parçebûna welat gefên mezin in.

Armanca budçeya ku parlamentoyê li Sertê ji bo fînansekirina hikumeta Başaxa daye ku nikarî derbasî Terablusê bibe, ji bo desthilatê ji hikumeta Ebdulhemîd El-Debîbe wergirin.

Berdevkê parlamentoyê got parlamentoyê biryar da ku budcç 89,7 milyar dînarê lîbyayî be anku 18, 6 milyar dolar.

Berdevk da zanîn ku di civînê de ji 165 parlamenteran 98 parlamenter amade bûn û 5 parlamenterên din jî dengê xwe ji dûr ve da.

Ev budçe di çarçoveya erkdarkirina hikumeta nû de ya ji hêla parlamentoyê di Sibata borî de pêk tê. Tevî ku hikumeta niha ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe bi biryara erkdarkirinê îtîraf nekir.

Hikumeta erkdarkirî ya nû û ya bi serokatiya Fethî Başaxa ragihand ku dê karê xwe li Sertê bike.”