Li rojavayê Derayê endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin

Alîkarekî şaxê ewlehiya leşkerî ya girêdayî hikmeta Şamê li ser rêya di navbera bajarokên Tesîl û Sehm Colan ên rojavayê Derayê, ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

Li rojavayê Derayê endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin
18 hezîran, 2022   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çekdarên nenas 'alîkarekî şaxê ewlehiya leşkerî' ya girêdayî hikumeta Şamê li ser rêya di navbera bajarokên Tesîl û Sehm Colan ên rojavayê Derayê bi guleyan kuşt.

Li gorî SOHR`ê, endamê hikumeta Şamê yê hatî kuştin wekî berpirsê lêkolînên ewlehiyê li Navenda Bajarokê Şecera kar dikir û ji gundewarê Til Kelex ê Humsê ye.