​​​​​​​CPJ’yê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da

Komîteya Parastina Rojnamevanan bertek nîşanî girtina rojnamevanên Kurd da û diyar kir ku “Divê rojnamevan tavilê bên berdan.”

​​​​​​​CPJ’yê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da
18 hezîran, 2022   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li ser girtina 16 rojnamevanên Kurd li Amedê daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Erkdarên Tirkiyê hefteya çûyî, 16 rojnanmevanên Kurd destgîr kirin û bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girtin. Divê rojnamevan werin berda.”

CPJ'ê diyar kir ku ew ketine hewla xwegihandina Serdozgeriya Komarê ya Amedê lê bi tu awayî bersiva ji bo danîna têkiliyê nayê dayîn.

Koordînatora Bernameya Ewropayê û Rojhilatê Navîn a CPJ’yê Gulnoza Said wiha got: “Erkdarên Tirkiyê, rojnamevanên li Amedê bêyî hincet girtin, divê demildest berdin. Nabe ku rojnamevan bêyî hincet bên girtin, ragirtin û werin darizandin. Ev operasyon êrişeke bi yekserî ya berpêyî azadiya çapemeniyê ye. Tirkiye divê dev ji girtina rojnamevanan bi delîlên ne tu delîl û bêyî delîl berde û dema darizandina girtiyan wek demeke cezakirinê bi kar neyne.”