Komîsyona YE’yê destek da namzetiya tevlêbûna Ukraynayê

Komîsyona Yekitiya Ewropayê destek da namzetbûna Ukraynayê ji bo tevlêbûna li YE’yê. Her wiha tê payîn serokên dewletên Ewropayê hefteya bê li Brukselê li ser wê yekê îmze bikin.

Komîsyona YE’yê destek da namzetiya tevlêbûna Ukraynayê
17 hezîran, 2022   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Komîsyona YE’yê destekê dide Ukraynayê ku bibe endameke YE’yê.

Lê divê piştî vê destekê, 27 dewlet bi giştî li ser tevlêbûna Ukraynayê ji YE’yê re erê bikin.

Li gorî Reutersê, tê payîn ku serokên dewletên YE’yê di civîna hefteya bê de biryarê erê bikin.

(fr)