​​​​​​​Parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, serî li dozgêriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da
17 hezîran, 2022   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê; Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Emran Emekçî, ji bo ku hevdîtinê bi miwekîlê xwe rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzer ji bo hevdîtinê hefteyê du caran serî li saziyên têkildar didin lê daxwaza wan nayê qebûlkirin.

8’ê Tebaxa 2021’an cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re heta 3 mehan li rêber Abdullah Ocalan hatibû birîn.

Cezayê hevdîtina bi malbatê re 18’ê Mijdara 2021’an qediya lê hêj tu bersiv nedane serîlêdanên ji bo hevdîtinê. Parêzeran 28’ê Adarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabû û xwestibû tengasiyên nehiqûqî yên li ber serdana malbatê bên rakirin.

Dadgeriyê 29’ê Adarê serîlêdan red kir û ragihand ku cezayekî din lê hatiye birin, ji ber vê yekê nabe hevdîtin bê kirin.

12’ê Cotmeha 2021’an cezayê nedîtina parêzerên heta 6 mehan li rêber Ocalan hatibû birîn. Ev ceza 22’yê Nîsanê qediya lê dîsa tu bersiv nehatin dayîn.